Wan
Li Elbaka Wanê bi alîkariya GABB û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Parka Amedê" hate vekirin. Serokê GABB'ê Osman Baydemîr û mebûsê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uzer jî beşdarî vekirinê bû.
Bi alîkariya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûdêrojhilat (GABB) û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Parka Amedê" hate ekirin. Serokê GABB'ê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, mebûsê BDP'ê Ozdal Uçer, Şaredarê Edremîdê Abdulkerîm Sayan, Şaredara Geverê ya ji peywirê hate girtin Rûken Yetîşkîn, Sekreterê Giştî yê GABB'ê Îsmaîl Dogan, Serokê BDP'a Elkê Derviş Polat, endamên saziyên sivîl û bi hezaran kes amade bûn.
Şaredar Baydemîr bi gotina "Bi hêviya aştî û biratiyê ez silav li we dikim" dest bi axaftina xwe kir û gto: "Min ji we re silavên gelê Amedê anîn. Ev park bi keda mezin a şaredar Îhsan Gulerê ku ji peywirê hat girtin û niha di girtîgehê de ye hate çêkirin. Niha wisa bi hezaran hevalên me di girtîgehê de ne. Ev park xeyala serokê me bû, lê xeyal bû rastî."
Paşê peyama Guler ku ji zindanê şandibû hat xwendin. Piştî vekirina parkê şaredariyê xwarin da mêvanan.


