Diyarname
Diyarname ku ji roja 21.04.2005'an ve li ser kar e, duh êvarê bi du çalakiyên cuda salvegera wê hate pîrozkirin.
TAG HAT VEKIRIN
Ji bo 16 saliya Diyarnameyê bi navê "Diyarname 16 Salî ye" li ser twîttirê tagek hat vekirin û bi sedan kesî peyam belav kirin; salvegera pîroz kirin. Ji nivîskar û rojnamegeran bigire heta xwendevanên Diyarnameyê bi sedan peyam hatin belavkirin.
SOHBETEKE BIKÊRHATÎ
Van demên dawî bi ser aplicasyonan odeyên sohbetê têne vekirin û mijar têne nîqaşkirin. Yek ji wan duh odeya Spaceyê bi ser twitterê re ji bo salvegera Diyarnameyê jî hat organîzekirin. Sohbeta ku rojnameger Shaswar Mame da dest pê kirin, ji edîtoriya Diyarnameyê Zekî Ozmen, Cemil Oguz, Dawûd Rêbiwar, nivîskarê Diyarnameyê Mîrza Ronî, Dilşêr Bêwar, Bedran Dere, Hekîm Sefkan, dîsa ji Ajansa Mezopotamyayê Abdurrahman Gok, Bilal Guldem, ji rojnameya Xwebûnê Felat Niştiman, Zekî Erdem, ji Bianet Kurdî Ferîd Demîrel, ji nivîskaran Amed Çeko Jiyan, Bedel Boselî, Mihemed Ronahî, Emînê Botî, Berfîn Huseynî, Xakî Bîngol, Veysel Tirpan, Veysel Vesek, derhêner Aram Dildar û dor 150 kesî beşdar bûn.
Shaswar Mame ji bo moderatorî gotin da Zekî Ozmen û paşê Ozmen û Cemil Oguz li ser serboriya Diyarnameyê axivîn. Nivîskar, rojnamegerên beşdar bûyî sipasiya keda 16 salan kirin, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman. Bi yek dengî hat gotin ku Diyarnameyê heta îro rola xwe aniye cih û hêvî ew e ji niha û pêde jî li gor serdema nû xwe mezintir bike û xebata xwe bidomîne.

***
Nûçeya Eleqedar:


