Diyarname
Daîreya Feza û Hewayî ya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (NASA) got: Asteroîtek di sanîneyê de 9 kîlometre bi lez ber bi dinyayê ve tê û ew li bendê ne roja 4'ê gulana 2021'ê bêyî li dinyayê bikeve ber re derbas bibe.
Ev leza asteroîtê ku saetê de dike 32 hezar û 400 kilometre bi talûke ye. NASA'yê got ev Astreît meziniya wê dor 260 û 580 metreyî diguhere ku bi qasî sehayeke fûtbolê mezin e. Ger li dinyayê bikeve dê xisar çêbe lê NASA dibêje ewê ber dinyayê re here.
NASA'yê navê "2021 AF8" lê kiriye û dibêje, "Li gor hin asteroîtên li fezaye hatine diyarkirin ev ji yên din biçûktir e lê 2021 AF8 ji gelek tiştên li fezayê sedî 90 mezintir e." Ew dibêjin ev asteroît dê 3 mîlyon û 400 hezar kîlometre ji dûrê dinyayê re derbas dibe lê dîsa diyar dikin ku ew bi baldarî wê dişopînin.


