Diyarname
Dîrokzan, nivîskar Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed 16'ê adarê li Almanyayê mir.
Dîrokzanê kurd Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed sala 1937’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Wî li Bexdaya Iraqê zanîngeh xwendiye û temam kiriye. Ehmed teza xwe li ser “Tevgera Azadîya Netewî Li Kurdistana Iraqê Di Navbera Salên 1918 û 1932’an De” nivîsandiye û paşê dest bi doktorayê kiriye. Wî doktoraya xwe jî di bin sernavê “Tevgera Azadiya Netewî Li Kurdistana Iraqê Di Navbera Salên 1918 û 1958’an De” amade kiriye û bi vê ji Akademîya Zanistî ya Sovyetê mezûn bûye.
Prof. Dr. Ehmed di salên 1970'yan de li Zankoya Bexda Fakulteya Edebîyatê di Beşa Dîroka Modern de mamostetî kiriye. Wî di avakirina Korî Zanyarî Kurdî de barekî girîng hilgirt.
Heta niha wî bi dehan pirtûkên li ser dîroka kurdan, têkiliyên kurdan û cîranên wan nivîsandine. Heta niha pirtûkên wî bi kurdî, tirkî, erebî, rusî hatine weşandin.
Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed ev demek dirêj bû li Almanyayê li nexweşxaneyê bû lê roja 16'ê adara 2021'ê wefat kir.
Heta niha li Bakur û Tirkiyeyê hin pirtûkên wî yên bi kurdî û tirkî derketine ev in:
- Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd Cild I-II / Dîrok / Weşanên Lîs/ 2016
- Kurd û Kurdistan Di Belgeyen Nehênî yên Britanyayê de / Weşanên Avesta / 2012
- Tarihin Tarihi Kurtlerde Tarih Tarihte KAdin / Weşanên Pêrî / 1997
- Birinci Dunya Savaşi Yillarinda Kurdistan / Weşanên Berhem, Weşanên Doz
- Kerkuk, Tarih, Polîtîka ve Etnîk Yapi / Weşanên Avesta 7 2005