Diyarname
Fîlmê Ata Demirer ê bi navê "Eyvah Eyvan" di gîşeyê de fîlmê "Yahşi Bati" yê Cem Yilmaz li dû xwe xist û ket rêza duyemîn a li Tirkiyeyê fîlmên herî zêde hatine temaşekirin.
Di 3 mîlyon û 323 hezar û 961 kesî fîlmê "Recep Îvedik 3" di nav fîlmên ku herî zêde hatine temaşekirin de di rêza yekemîn de ye. Heta niha bi 2 mîlyon û 322 hezar û 826 kesî fîlmê "Yahşi Bati" di rêza duyem de bû lê "Eyvah Eyvan" ku hê jî di vîzyonê de ye ji aliyê 2 mîlyon û 329 hezar û 33 kesî ve hat temaşekirin û fîlm derbasî rêza duyem bû.


