Diyarname
Weşanên Lîs du pirtûkên din derxistin. Yek ji wan “Pênc Kulîlkên Zivistanê” ya Mahir Bagok û ya din jî “Tevna Holejînê” ya Mahsûm Nisêbînî ye ku hatiye weşandin!
Pênc Kulîlkên Zivistanê
Pirtûka Mahîr Bagok “Pênc Kulîlkên Zivistanê” pirtûkeke kurteçîrokan e. Bagok di 2011’an de jî pirtûka xwe ya helbestan bi nave “Deriyê Sibehê” ji Weşanên Lîs derxistibû.
Bagok di çîrokên xwe de li ser qewimînên 25 salên dawî yên li welat sakiniye. Çardeh kurteçîrokên bi navê Rojda û Dibistan, Danûk, Qeşafiroş, Lehengên Şoreşê, Pênc Kulîlkên Zivistanê, Sê Gulleyên Şevê, Termên Hevalên Min, Bayê Azadiyê, Mehîra Nîvco Mayî, Tirs, Hêsir Bi Ser Camê De Barî, Xwîn Pijiqî Bûkê, Xwînsar û Axa Tenûran di pirtûkê de cih girtine.
Mahir Bagok ku hê jî di girtîgehê de ye, di nava mijarên kurteçîrokên xwe re, pêwendî û pevgirêdanên xurt di navbera rabirdûya welêt a nêzîk, ku zarokatiya wî ya li welêt bi xwe ye, û demên cihêreng de, ku têperbar û guherbar in, durist dike. Her wiha, nivîskar Bagok di nava mijarên kurteçîrokên xwe yên pirtûka xwe ya Pênc Kulîlkên Zivistanê re fireh şov dike û giyanê demeke diyar bi gelek rê û awayan dike çîrok û bi vî awayî jî, bi gavine saxlem dimeşe ber bi kelepora wêjeya Kurdî ya kurteçîrokê ve.
Tevna Holejînê
Tevna Holejînê, duyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûka helbestan a bi navê “Jan Jariya Jînê” (Swêd, 2006) ye. Di vê pirtûka Nisêbîniyê de 36 helbestan cih digirin. Helbestên ku ji Wargeha Maxmûrê ya li başûrê Kurdistanê bigirin heta bi Ewropayê, li gelek deverên ciyawaz hatine nivîsandin û her yek jê li ber dergehê helbestê kêliyeke ji wan kêliyên hewşa warê azadiyê ya kurdbûnê û mirovahiyê vedibêje.
Mahsûm Nisêbîniyê di sala 1964’an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve ji dayîk bûye û bi xwe di 1978’an de beşdarî nava refên şoreşa li Kurdistanê bûye, di vê riyê de bo demekê li Tirkiyeyê di bendîxaneyan de maye, paşê çawa ku hatiye berdan, dîsa tevî nava refên şervanan bûye, paşê jî di sala 2004’an de derbasî Ewropayê bûye, ji wê hingê ve ye jî li Swîsreyê dijî. Ew bi xwe hê jî bi têkoşana xwe ya polîtîk berdewam e, ku hemû qonaxên vê têkoşana xwe heta niha kiriye mijarên deqên xwe yên poetîk û vê yeka xwe hê jî didomîne û li ser vê yekê jî, bi kurdiya xweserî xwe, ku şayîşa berfirehkirina derbirana bi kurdî pê re heye, helbesteke xwedî zimanekî resen ava dike.
Pênc Kulîlkên Zivistanê / Mahir Bagok / Kurteçîrok / 96 rûpel
Tevna Holejînê / Mahsûm Nisêbînî / Helbest / 80 rûpel


