Diyarname
Bloka Ked, Demokrasi û Azadiyê ku beşdarî hilbijartina îsal bû û 36 mebûs bi dest xist niha vediguhere dibe Kongre.
Li ser navê partî, rêxistin û saziyên sivîl nûnerên wan hatin ba hev û di vê 20'ê mehê de li hev civiyan. Van nûneran niha daxuyaniyeke weşand û got ku ev tevger êdî dê wekî "Tevgera Kongreyê" xebata xwe bidomîne. Li gor daxuyaniyê dê meha kewçêrê de ev "Kongre" kongreya xwe ya yekemîn pêk bîne û ji temamê Tirkiyeyê dê 600 delege beşdar bibin. Li gor hate gotin wan Tirkiye li 20 herêman belav kiriye û li ser vê yekê dê xebata xwe bikin.
Hate gotin ku di dema ku şer heye de hemû rengên Tirkiyeyê û yên alîgirê aştî, azadî û wekheviyê ne di Kongereyê de têne ba hev; ew li hemberî yên ku Tirkiyeyê ber bi şerê navxweyî ve defh didin dê bibin bersiv.
Di daxuyaniyê de wisa hate gotin: "Em wekî hêzên berxwedêr ên Tirkiyeyê, emê li hemberî hikumeta AKP'ê ku daxwazên gelê kurd bi şîdetê dixwaze biçewsîne bêdeng nemînin. Hêz, ked û gotina me dê her gav li hemberî şer be, bi aştiyê re be."
Di nav Koma Amadehî ya ji bo Kongreyê de ev partî û rêxistin hene:
Barış ve Demokrasi Partisi (BDP), Demokrasi ve Özgürlük Hareketi, Devrimci Sosyalist İşçi Partisi (DSİP), Emek Partisi (EMEP), Eşitlik ve Demokrasi Partisi (EDP), Ezilenlerin Sosyalist Partisi (ESP), İşçilerin Sosyalist Partisi (İSP), Hak ve Özgürlükler Partisi (HÖP), Kaldiraç, Koz, Sosyalist Birlik Hareketi (SBH), Sosyalist Dayanışma Platformu, Sosyalist Demokrasi Partisi (SDP), Sosyalist Gelecek Parti Hareketi, Toplumsal Ozgurluk Platformu, Türkiye Gerçeği, Yeşiller Partisi.


