Diyarname
E-kovara bi navê Popkurd piştî navberek hejmara xwe ya nû pêşkêş kir. Di vê hejmarê de stranbêj Zara kiriye berga kovarê. Yên bixwazin dikarin wekî PDF daxînin û bixwînin.
Popkurda yekemîn di sala 2018'an de derketibû. E-kovarê hejmara xwe ya dawî par di meha pûşperê de derxistibû û niha piştî 10 mehan hemjara xwe ya 10'emîn derxist pêşberî xwendevanên xwe.
E-kovarê di vê hejmarê de ligel stranbêja kurd Zara hevpeyvîneke kiriye û di heman demê de berg jî bi vî awayî sazkirine. Hevpeyvîna ku bi rusî hatiye kirin Firat Sozerî wergerandiye kurdî. Hunermend Zara ku ji kurdên Sovyetê ye li ser albuma xwe ya yekemîn dibêje, "Ji bo min ev albuma kurdî nîşaneya rêzgirtina malbata min e."
Di beşa POP Pirsê de jî vê hejmarê pirsên xwe ji kurdeke din a ji kurdên Soyvetê ji Narîn Nadîrova kirine.
Osman Mehmed bi "Seferek bo Ewropayê bi otomobîlê" di e-kovarê de cih girtiye. Bawer Yaren li ser bilardoyê bi sernavê "We go bîlardo?", Rodî Ekîncî û Wedat Akdaş jî bi ser navê "Çi ye ev metaverse!?" berê xwe dane teknolojiyê.
Li aliyê din li ser xerîteya navdarên kurd ku li ku dijîn, li ser derhênerên kurd niha çi dikin, li ser jenerasyona Z'yê nivîs hatine weşandin. Her wiha di bin sernavê "Raqbêjên kurd dipeyivin" de jî rapbêjên kurd ên ciwan qala xwe kirine.
Ji bo xwendinê bitikînin:
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


