ABDULLA RAMEZAN /İDRİS KARA
Serokê Tevgêra Goran ye Parlêmena Iraqê Şorêş Hecî, bombebaranên TSK'ê yên dersînor şermezarkir û got, “Bila Hikumeta Tirkiye û Îranê ji rejîma Sedam ders bigrin."
Bertêken li dijî êrîşên TSK’ê yên li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Serokê Tevgêra Goran a Parlêmentoya Iraqê Şorêş Hecî dîyar kir ku êrîşên li ser axa herêmê êrîşek li dijî axa dewleta Iraqê ye. Hecî da zanîn ku ev êrîş ji bilî zirar dayîna welatiyan û têkîlîyen di navbera Iraq-Kurdistan û Tirkiye tu fêde nade.
'Li hemberî êrîşan bedêng nemînin'
Şorêş Hecî, anî ziman ku ew li hemberî van êrîşên li ser axa Iraq û Kurdistanê bedêng namînin û dom kir: “Em wekî parlamenterên Iraqê destûr nadin ku kes têkeve axa Iraqê. Divê hikumeta Tirkiyeyê û Îranê dersê ji rejima Sedam derxin. Ji bo vê jî divê ev êrîş bêne rawestandin. Divê Tirkiye bi dostanî tev bigere. PJAK û PKK wekî hincet nîşan dide ne rast e. Tenê sivîl têne kuştin."
‘Hikumeta herêmî û navêndî bila erkê xwe bi cih bînin’
Hacî anî ziman ku lazim e kêşêya kurd bi şêweyek aştiyane û demokratîk bê çaraserkirin û wiha berdewam kir: Pêwîst e bi şêweyekî aştiyane kêşeya kurd bê çareserkirin. Me li parlamena Iraqê jî daxuyaniyek da û bang çapemeniyê kir. Me xwest topbaran bê rawêstandin û me êrîş şermezar kir. Em hewl didin ku topbaran bên rawestandin. Hikumeta herêmî jî divê erkê xwe bîne cih. Em vê topbaranê wekî tecawiza li ser sînorên xaka kurdistanê dibînin."
Hecî got ku ew dikarin bi riya aştî û demokrasyê pirsgirêkê çaraser bikin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


