Diyarname
Artêşa Îsraîlê top avêtin aliyê Lubnanê. Di vê topbaranê de kameramanê ajansa Reutersê Issam Abdullah mir, 5 rojnameger jî birîndar bûn.
Reutersê di peyama ku belav kir de wisa got, "Issam li Başûrê Lubnanê dixebitî, yek ji koma me ya ku vîdyoya yekser belav dikir bû. Em sebrê ji bo heval û xizmên Issam dixwazin. Em di nav xemgîniyeke mezin de ne."
Bûyer li Başûrê Lubnanê li bajaroka Alma Şaabê ku li ser sînorê Îsraîlê ye qewimî.
El Cezîre ku navenda wê Katar e jî ragihand ku di vê bûyerê de du xebatkarên wan birîndar bûne.
Li aliyê din Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê de got ku ew dixwazin li ser vê bûyerê lêpirsîn bê dest pê kirin.
Piştî êrîşa Hamasê ya li hemberî konsereke li Îsraîlî û kuştina sivîlan di navbera Îsraîl û Filîstînê de pevçûn didomin. Îsrailê ligel topbarankirina beşek Lubnanê, duh êrîşê balafirgeha Şama Sûriyeyê jî kiribû.


