logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Enstîtuyê bi merasimekê 20 salên xwe temam kir

Merasima 20'emîn Salvegera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û xelatdayîna Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç li dar ket.

  • Dîrok: 19/04/2012
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Merasima 20'emîn Salvegera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û xelatdayîna Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç li dar ket. Di merasimê de avakarên Enstîtuyê Musa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç û kesên din ên jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 20 sal berê di sala 1992'yan de hate avakirin û di nav avakarên wê de Musa Anter û Feqî Huseyîn Sagniç jî hebûn. Ji bo salvegera Enstîtuyê li Cezayîr Restauranta li Galatasaraya Beyogluyê hat lidar xistin. Her wiha di şevê de xelata Feqî Huseyîn Sagniç ku ji sala 2005'an ve tê dayîn jî hate dayîn. Îsal nivîskar Mulazim Ocan ji bo xelatê guncan hatibû dîtin.
Di merasimê de Mebûsê BDP'ê yê Culemêrgê Adil Kurt (bi navê xwe yê nivîskarî Adil Zozanî), endamê Meclisa Partiya BDP'ê Şaban Işiktaş, Seroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak, Serokê Enstîtuyê Zana Farqînî, Serokên Enstîtuyê yên Berê Şefik Beyaz, Sami Tan, Jina Feqî Huseyîn Sagniç Rabia Sagniç, Mele Celalettin Yoyler, Mele Kerem Soylu, nivîskar Fehim Işik, rojnameger Cemil Oguz, Salihê Kevirbirî, ji Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Seydi Firat, yek ji avakarên Enstîtuyê û rêveberê Weqfa Îsmaîl Beşikçi karsaz Îbrahîm Gurbuz, Xwediyê Weşanên Pêrî Ahmet Onal, Xwediyê Weşanên Vateyê Deniz Gunduk, Xwedî û edîtorê Nûbiharê Suleyman Çevik û gelek kesên din amade bûn.
Di merasima ku sînevîzyona salvegera Enstîtuyê û sînevîzyona li ser jiyana Feqî Huseyîn Sagniç hate nîşandayîn gelek kes axivîn û dîtinên xwe anîn ziman.

'Hezar carî mala xebatkaran ava'

Pêşî Serokê Enstîtê Zana Farqînî axivî û da zanîn ku dema Enstîtu hatiye avakirin ew hê ciwan bûne û diçûn zanîngehê. Farqînî got ku wê demê kesên wekî Ordîxanê Celîl, Îsmet Şerif Wanli dihatin Stenbolê, wan ji wan re rêberî dikir, ew digerandin lê niha ew, dîsa avakarê Enstîtuyê Apê Mûsa, Feqî Huseyîn Sagniç, Mele Ebdullah Varli, Mele Îsmet Kiliçarsan ne di nav me de ne û em wan bi hurmet bibîr tînin.
Serokê Enstîtuyê Farqînî got ku hezar carî mala xebatkar û serokên berê yên Enstîtuyê ava û diyar kir ku xwezî îmkan heba ew hebû bihata bibîranîn, li ser navê wan xelat bihata dayîn.

'Tiştên li vir tên nivîsî nayên ji bîrkirin'

Mebûsê BDP'ê Adil Kurt jî kesên ji nava me bar kirine bibîr anîn û got ku tekane tiştê em deynê xwe ji bo wan bidin ew e ku em xebata ziman xurt bikin. Kurt wisa got: "Ev 92 sal in zimanê kurdî di bin asîmîlasyonê de ye. Lê niha bi dehan TV'yên kurdî hene, enstîtu hene. Ewên asîlîmasyon kirine divê lêborînê bixwazin. Arinç divê lêborînê bixwaze. Û divê dest ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên berê berdin. Tu pêdiviya kurdî bi TRT 6'a wan nîn e. Dewletê heta niha tu tiştek bi xêr ji bo kurdan nekiriye. Çi hatibe kirin, kurdan zor daye wan wisa hatiye kirin. Emê zêdetir zorê bidinê."
Kurt piştî diyar kir ku Enstîtu dezgeheke zanistiye û divê her kes xwedî lê derê wisa dom kir: "Ji bo xwedîlêderketinê bar dikeve ser milê me hemûyan. Ji ber ku hebûna me li vir tê xurkirin. Xebatên ku li vir tên kirin ji bo ronahiya me ne. Di siyasetê de tiştên tên gotin têne ji bîrkirin lê tiştên li vir têne nivîsîn nayên ji bîrkirin."

Her wiha Samî Tan, Şefik Beyaz, Celalettin Yoyler, İbrahim Gurbuz, Asiye Kolçak li ser Enstîtuyê axivîn û dîtinên xwe anîn ziman.

'Xelata Apê Feqî rûmet e'

Di dawiya axaftinan de dengê Mulazim Ozcan (Miraz Ronî) ku ji girtîgehê bi telefonê pêre hatibû axivîn û hatibû qeydkirin bi beşdaran da guhdarîkirin. Ozcan ku ji bo Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç guncan hatibû dîtin wisa got: "Xelat mirovan teşwîqê xebatê dike. Xelatgirtina Apê Feqî hem rûmet e hem jî ji bo me teşwîqa xebatê ye. Ji vê derê ez ji bo her kesî silavên xwe dişînim."

Piştî axaftinan li ser navê Mulazim Ozcan biraziya wî Ulfiye Ozcan ji destê keça Feqî Huseyîn Sagniç Nemiş Sagniç Avşar xelat girt.

***

Nûçeyên eleqedar;

- Vexwendinek ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

- Xelata Feqî Huseyîn dan Mulazim Ozcan

 

 

 

 

 

 

 Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stebolê Zana Farqînî.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 Mebûsê BDP'ê Adil Kurt.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ulfiye Ozcan li ser navê Mulazim Ozcan xelat ji keça Feqî Huseyîn Sagniç Nemiş Sagniç Avşar girt.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mehane lêçûyîn û hatina TRT'ê diyar bû

ad

Diya nivîskar Sîdar Jîr wefat kir

ad

Wergêr hunermend e

ad

Li ser ketina Heşdî Şabî ya qada petrola li Germiyanê agahiya dawî...

ad

Jiyaneke mutevazî jiya, di 90 saliya xwe de mir

ad

Dil ji min bir talan*

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname