Diyarname
9'emîn Serokomarê Tirkiyeyê Suleyman Demirel îro wefat kir. Hikumeta Tirkiyeyê ji bo wî sê roj şîn danî. Wî, mohra xwe li 50 salên Tirkiyeyê da. Em dema siyaseta wî ya berî salên 90'î deynin aliyekê û tenê ji piştî salên 90'î hin îstatîstîkan pêşkêş bikin.
Fermo:
- 20.11.1991, ew bû Serokwezîrê Tirkiyeyê.
Di serdema Serokwezîriya wî de 31 kes hatin binçavkirin û hatin windakirin.
- 20.09.1992: Musa Anter hat kuştin
- 16.05.1993'yan de ew bû Serokomarê Tirkiyeyê.
Di serdema serokomariya wî de 319 kes hatin binçavkirin û hatin windakirin.
- 22.10.1933, hêzên dewletê Licêya Amedê dan ber guleyan. 16 kes hatin kuştin, temamê Licê ser û bino bû.
- 14.01.1994, Karsazê kurd Behcet Canturk hat kuştin.
- 04.06.1994, Karsazên kurd Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay hatin revandin û li gundê Yukarikaraş a Yigilcaya Boluyê mirî hatin dîtin.
- 03.12.1994. Rojnameya Yeni Ulke hat bombekirin. Rojnameger Ersin Yildiz şehîd ket.
- Ji rojan 24.09.1996. Ew ev çend roj in ketiye "gera herêmê". Û wê rojê li girtîgeha Amedê polîs, leşker û gardiyanan bi çovan êrîşê girtiyan kirin. 10 girtî bi lêdanê hatin kuştin.