Diyarname
Nexweşiya Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş giran e û divê bê dermankirin. Lê dadgeh biryara "nikare derveyî Tirkiyeyê" ya derbarê Demirbaş de betal nake û ji bo vê yekê jî Demirbaş nikare derkeve derveyî Tirkiyeyê û nexweşiya xwe derman bike.
Ji bo ev biryar bê betalkirin, ji bo Demirbaş bikaribe derkeve derveyî Tirkiyeyê û birînên wî bên dermankirin Komîteya Piştgirî ya ji bo Abdullah Demirbaş blogeke vekir.
Di blogê de kampanyaya berhevkirina îmzeyan jî dane dest pê kirin.
Kesên eleqedar, kesên bixwazin piştgiriyê bidin Demirbaş dikarin bikevin vê blogê.
Vaye navnîşana blogê:
http://supportabdullahdemirbas.blogspot.com/