Diyarname
Di serdema Covid-19 de de Yekîtiya Ewropayê (YE) dê 28 mîlyor Euro alîkariya madî bide Almanyayê lê Almanya biryareke balkêş girt: Dê sedî 90'ê vê alîkariyê ji bo enerjiya xwezayî û teknolojiya dîjîtal bikar bîne.
Li gor nûçeya Kerem Çongar a di Euronewsê de, Komîsyana YE'yê ji ber vî rusê dê 750 mîlyar Euro alîkariya madî li 27 welatên endam belav bike.
Wezirê Maliyeyê yê Almanyayê Olaf Scholz got ku li gor biryara YE'yê hedefa wan ew e heta sala 2050'î asta karbonê ya li welat daxin sifirê û ev yek lê zêde kir: "Îro ji bo Ewropayê rojeke mezin e. Divê em ligel hev bisekinin û ji bo Ewropayeke xurtir di nav têkoşînê de bin."
Almanya ji pereyên alîkariyê ku bên dê 11.5 mîlyar Euroyê ji bo xebatên amûrên wekî hîdrojen, erebe, otobus û trenên bi elektrîk bikar bîne û avahiyan bi heman rêbazî germ bike. Wezîr Sholz got ku 14 mîlyar Euroyên din jî dê ji bo guherîna entdustriya erebeyan bikar bînin û wan li pêvajoyê bînin.
Hikumeta Almanyayê dixwaze tora înternetê û xizmetên dîjîtal jî biguherîne û li hemberî Google, Amazon û Facebookê platformên xwe yên alternatîf ava bikin.
Ji Euronewsê hatiye girtin


