Diyarname
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bang li Kemal Burkay ku dê were Tirkiyeyê kir û got: Were nav me kar bike.
Serokê PSK'ê yê berê, nivîskar û helbestvan Kemal Burkay demek berê ragihandibû ku dê vegere Tirkiyeyê. Di dawiyê de biryar da ku di 30'ê vê mehê de were Tirkiyeyê.
Berdevkê KCD'ê Cemal Coşgun bang li Kemal Burkay kir ku were beşdarî nav KCD'ê bibe û ji zanîna wî fêde bê girtin.
KCD ku vê 30-31'ê mehê dê lijneya xwe ya giştî bicivîne niha amadehiyê dike. Berdevkê KCD'ê Cemal Coşgun ji bo ANF'ê got ku ew dixwazin Burkay beşdarî wan bibe.
Coşgun got ku li nav KCD'ê ji her derdorê kes hene, kes û sazî hene û wisa got: "Wekî deleke kurd, tirk, ermen, erem, keldanî hene. Partiyên wekî Hak-Par û KADEP jî wekî çavdêr di nav KCD'ê de ne."
Cemal Coşgun bang li Burkay kir ku were cem wan, tecrubeyên xwe pêşkêş bike.