Diyarname
Me hevpeyvîna ku bi Hekîm Sefkan re hatiye kirin weşand lê binêrin çi qewimî?
Çend roj berê hevala me Ulfiye Ozcan ji Mêrsînê hevpeyvîna ku bi Hekîm Sefkan re kiribû ji me re şand û me weşand. Ozcan, carinan tiştinan ji me re dişîne. Jixwe tiştên ku Diyarnameyê kiriye Diyarname jî ew e ku ji gelek bajaran hevalên me yên dilgeş tiştinan ji me re dişînin û piraniya nûçeyên ku em diweŞînin jî ên me bixwe ne; wekî malperên kurdan ên din em li ser "copy/paste"ê weşanê nakin.
Ev hevpeyvîna Ozcan jî bi kêfxweşî me weşand.
Avestakurdê hevpeyvîn ji Diyarnameyê girt û weşand. Dûre jî malperek bi navê Ufkumuz hevpeyvîn girtiye û navê Avestakurdê daniye ber navê Ulfiye Ozcan û hevpeyvîn weşandiye.
Li ser hevpeyvînê gelek name û telefon ji Hekîm Sefkan re çûne.
Em pêşî nivîsa Hekîm Sefkan ku li ser vê ji me re şand biweşînin:
“Li ser hevpeyvîna vê dawiyê
Bêyî ku dirêj û girover bikim, Piştî wê hevpeyvîna dawî bi min re, gelek e-mail, telefon ji min re hatin. Herî balkêş û hevpar di nava wan de: çima te hevpeyvin daye Avestakurd.
Em bixwazin nexwazin hîn rewşa me kurdan ev e. Rojname, kovar, Tv, rojnameyên elektronîk û gel di nava partî û hêlan de belav in, her beşek girêdayî hêlekê ye. Her yek -ku mafê wan e-hêlekê ji xwe re hildibijêre. Gelek caran sekinandin û helwestên mirov deriyê ne razîbûna hêlên din bi xwe re vedike, mixabin ev di civat û çapemeniya me de heya dawiyê heye û bi bandor e. Îca min hevpeyvîn nedaye Avesta, min nedabû Diyarname jî. Min ji bo Azadiya Welat hevpeyvîn dabû Xanim Ulfiye Ozcan, nizanim çima, dibe ji ber ku hate girtin, dibe ji ber sedemên din dibe, di wir de na, di Diyarname de hate weşandin. Ji bo wesandina Diyarnameyê tu pirsgirek tune, ez pir kêf xweş im di Diyarnameyê de hat weşandin. Jixwe demeke min ji we re ne nivîsandiye, loma baş bû. Heya vir rewş normal e, ji xwe ez yek ji wan kesan im ku min di Diyarname de dinivîsî.
Hevpeyvîn pişt re Avestayê girtiye û weşandiye, lê Avesta wiha kiriye ku heya mirov negihe dawiya hevpeyvînê, mirov nizane ku ew ji devereke din hatiye girtin.
Li vir dubare dikim, min ew hevpeyvîn dabû xanim Ulfiye Ozcan. Loma mafê min ê bela li vir yan li wir were weşandin tune ye.”
Pêşî çend gotin ji bo Avestakurdê; Ev ne cara yekemîn e, her cara ku Avestakurd ji Diyarnameyê nivîseke digire, navê Diyarnameyê di dawiya nivîsê de wisa biçûk û wisa bi nivîsê ve dizeliqîne ku mirov bi mercekê (dûrbînê) lê binêre encax mirov dikare bibîne. Lê berpirsên Avestakurdê jî dizanin ku mirov ji ciheke nivîseke bigire, divê çavkanî "bi awayê ji nivîsê cihê bê nivîsîn û diyar be ku çavkanî ye", wisa binivîsin. Lê mixabin Avestakurd wisa nake, heta niha me jî tiştek negot.
Malpera Ufkumuz jî ji Avestakurdê ev hevpeyvîn girtiye û li ber navê Ulfiye Ozcan “Avestakurd” nivîsiye, wekî ku Ozcan ji Avestakurdê re hevpeyvîn kiribe û wan ji wir girtibe.
Li vir çend tişt hene: Yan Ufkumuzê wekî li jor me qal kir ew çavkanî, yanê navê Diyarnameyê nedîtiye, loma wisa weşandiye; yan nexwestiye navê Diyarnameyê biweşînin, yan jî heta dawî hevpeyvîn nexwendiye û hema wisa weşandiye, loma wisa kirine. Welhasil.
Wekî encam:
Em kêfxweş in ku me hevpeyvîna bi Hekîm Sefkan re weşandiye (jixwe nivîsên wî jî di quncikê wî TAVA HEYVÊ de me bi kêfxweşî diweşandin ku niha ji ber karê xwe yê giran ji bo demekê navber daye wan), dîsa em kêfxweş in ku malperên kurdan ên din ji Diyarnameyê nûçeyan digirin, lê em xemgîn in ku ji ber hevpeyvînê hinan bi telefonên xwe Hekîm Sefkan aciz kirine.
Bi hêviya ku malperên kurdan dê hinek din balê bidin ser çavkaniyan û rastir binivîsin.
***
Hevpeyvîna navborî:
- Hekîm Sefkan: Ev 25 sal in ez li Têlî guhdarî dikim û digirîm


