Diyarname
Kurdan gotina xwe bi rêya KCD'ê got, rayedarên Tirkiyeyê jî helwest nîşan dan, lê ka binêrin di 2013'yan de çi gotiye?
Kongreya Civaka Demokratîk li ser navê kurda piştî komcivînê (27.12.2015*) xwest li Tirkiyeyê herêmên xweser bêne ava kirin, li herêmê meclisên herêmê hebin û ew xwe bi rê ve bibin. Piştî vê yekê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî têde hemû rayedarên dewletê dijî vê yekê derketin û daxuyaniyên tûj dan. Erdogan xwest biryara destnedana Hevserokên HDP'ê bê rakirin û ew bêne darizandin.
Roja 30.12.2015'an jî Erdogan wisa gotibû, "Rewşa me ya unîter nayê xirakirin, Demîrtaş di nav îxanetê de ye. Ev provakasyon e, dê dersa xwe bibînin."
Lê derket holê ku Erdoganê di 2015'an de wisa dibêje, di 2013'yan de tiştên din gotine. Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di adara 2013'yan de li Kanal D'yê li ser pirsa rojnamegeran wisa gotiye, "Li dinyayê dema hûn li welatên pêşketî dinêrin li wir tu tirsa ji pergala eyaletan tune ye. Berevajî vê pergala eyaletan kiriye ku ew welat hê zûtir bi lez pêşve biçin û bi taybetî di demokraksiyan de rekabeta siyasî bi xwe re aniye. Ev nîşaneyên xurtbûnê ne. Em bên ser dîroka me ya bi qîmet: Dema em li Osmanî dinêrin di wê Osmaniya xurt de mesela eyaleta Lazistanê, eyaleta Kurdistanê heye, em dadikevin başûr li wir eyalet hene. Çima? Osmanî xurt e, natirse, bi rehetî ev dane. Di vê mijarê de gotina min ev e: Tirkiyeyek bi hêz divê qet ji pergala eyaletan netirse."
Û niha ev Erdogan meseleya xweseriyê wekî "îxanetê" bi nav dike û dixwaze ew bên darizandin. Çi guherî?
Li aliyê din Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli li ser meseleyê got "AKP'ê di sala 2004'an de zagonek derdixist, Serokomar Ahmet Nejdet Sezer ew vegot kir. Ew zagon derketa îlon ev deklerasyon nedihat îlankirin. Belkî niha me tiştek din nîqaş bikira." Anli got, "Em çi bikin? Em jî rabin bibêjin nîqaşkirina pergala serokdewletî îxanet e?"
*Nûçeyên eleqedar:
- Ji ber 'xweserî' der barê hevserokan lêpirsîn dan destpê kirin
- KCD: Bila herêmên xweser ji aliyê meclisên xweser ve bên rêvebirin
- Demîrtaş: Sedsala li pêş me dê sedsala statuya Kurdistanê be
- Hevseroka KCD'ê Irmak: Em cara dawî destê xwe dirêj dikin
- Hatîp Dîcle: Tu hêz nikare xwerêveberiyê asteng bike