Cemil Oguz
Di Festîvala "!F İstanbul" de digel fîlmên metrajdirêj ên li ser kurdan, kurtefîlmên ku derhênerên wan kurd in jî têne nîşandayîn. Di vê beşê de 4 'kurte'yan em radigihînin bala we.
"Bênav"
2010 - 14 dq
Derhênerê kurtefîlmê "Bênav" Mehmet Nurî Çetîn e ku di sala 1980'ê de li Mûşî hatiye dinê û li Stenbolê dijî. Ji sala 2002'yan ve kurtefîlman dikiŞîne.
Di "Bênav" de çîroka Davutê ku ji girtîgehê derketiye û tiştên dibêje, têkiliya wan bi girtîgehê re girê dide heye.
"Berf"
2010, 20 dq
Derhênerê kurtefîlmê "Berf" Erol Mîntaş e ku di sala 1983'yan de li Qersê hatiye dinê û niha li Stenbolê dijî. Mîntaş sala 2006'an de xwendina Mamostetiya Teknolojiya Hînkirin û Kompîturê ya Zanîngeha Marmarayê temam kiriye. Di 2008'an de jî teza xwe ya lîsansê li Zanîngeha Marbara Beşa Enstîtuya Hunerên Bedew a Sînema-TV çêkiriye.
"Berf" li gundekî Agirî derbas dibe, çîroka dayik, kur û nevî tîne ziman. Daxwaza berî mirinê ya dayika ku zarokê xwe winda kiriye, dîtina lepek berf e.
"Beriya Tofanê"
2010 - 15 dq
Derhênerê "Beriya Tofanê" Ferit Karahan e ku di sala 1983'yan de li Mûşê hatiye dinê, li Stenbolê dijî. Karahan di sala 2005'an de xwendina xwe ya li Zanîngeha Marmarayê temam kiriye. Heta niha wî hin reklam kişandine. Di fîlmê mejrajdirêj "Press" de jî cigiriya derhêner kiriye.
Fîlmê Beriya Tofanê li ser Ceylan Onkul e ku li Licêya Amedê di encama guleyeke hawayê de jiyana xwe ji dest dabû.
Ev her sê kurtefîlm digel hin kurtefîlmên tirkî di heman seansê de têne nîşandayîn.
Cih û seans:
19.02.2011 15:00
KargArt
22.02.2011, 14:00
Cinebonus Maçka G Mall
24.02.2011 12:00
Cinebonus Maçka G Mall
û "Kahpe Devran"
Her wiha belgefîlmê bi navê "Kahpe Devran" ê derhênerê kurd jî di !F İstanbulê de tê nîşandayîn.
Derhênerê "Kahpe Devran" Cahit Çeçen e ku di sala 1985'an de li Mêrdînê hatiye dinê û niha li Stenbolê dijî. Çeçen, Zanîngeha Beykenê Beşa Sînema-TV xwendiye û heta niha çend kurtefîlm kişandiye. Wî bi kurtefîlmê xwe "Tamîrcî Çiragi" û "Kahpe Devran" heta niha li gelek cihan gelek xelat girtiye.
"Kahpe Devran" li ser Çîroka Musa Karagoz, Hasan Gençer û Metin Demir e. Çîroka van her sê kesan bi nêrîneke însanî, bi hesteke mîzahî derdikeve pêşberî temaşevanan.
"Kahpe Devran" jî di gel hin kurteyên din di heman seansê de bi hev re tê nîşandayîn. Cih û seans:
23.02.2011 12:00
Cinebonus Maçka G Mall
25.02.2011 12:00
Cinebonus Maçka G Mall
**
Nûçeya eleqedar:
- Di "!F İstanbul"ê de fîlmên kurdan
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.