Omer Dilsoz
Sîdar Jîr, bi pirtûka “Nozdeh Çirk” ku ji Weşanên Lîsê derketiye û 10 çîrokan li xwe digire, di warê peydakirina mijarê de, yanî bi bûyera çîroka xwe ya di 10 xelekan de durist dibe, li hedefê xistiye û desteçîrokine di tehma bawezînên biharê de pêşkêşî xwendayên kurd kiriye.
Di “Dozdeh Çirk”ên Jîrî de, em çîrokên ‘me û we’ ku mimkûn e xwenda xwe tê de bibînin, an jî çîrokên nasê wan bin, dibînin û di van Dozdeh Çirkên ku bi 10 xelekan geşt û guzarekê li serdemeke vî welatî dikin, neynikekê didin ber rûyê xwe û belkî êşên xwe tê de berhev dikin.
Sîdar Jîr, bi zimanekî rewan ê sade, bêyî ku xwendayan gelekî biwestîne û bi xwe ve gîro bike, me dike mêvanê serhatiyên Gulav û hevalên wê; Em bere bere her çîroka paştir pirtir perdeya li ser birîna ser memikê çepê ya Gulavê fêm dikin û serpêhatiyên ku hiştiye derûniya wê bibe ‘tirşika qereçiyan’ têdigihîjin.
Jîr, hevgihana beşan pir bi şarezayî hûnandiye û bêyî ku têkilî jêk qut bibe ji vê xeleka çîrokê çûye ya dîtir. Çîrokên ku her beşa wê mişt e ji rondik, keser, mirin û trajediyê, bêyî ku xwendeyan bêzar bike û bivesîne, dikêşe nava xwe û pê re digerîne.
Ez bi xwe bi beşa “Rev” ku beşa 9’ê ya vê desteçîrokê ye, bi carê de veciniqîm û min got, “Aha mesele ev e. Sîdar demar zeft kiriye û êşa me li vê derê kiriye nav lepên xwe.” Ji ber wê dişêm bêjim, tevn û honaka vê desteçîrokê di vî warî de gelekî serkeftiye.
Çîrokên ku min bi bêhneke fireh û tameke xweş xwendin, ji bilî hin girikên rênivîs û tewangê (bi taybetî jî tewanga nêr) ez li tu keleman nealiqîm.
Ez dixwazim vê derê anektodeke kurt vebirim: Li gelek deverên çîrokê navê mê di cihê nerast de hatiye tewandin; bo nimîne: “Gulavê çûbû mutbexê, gava Gulavê vegeriya cem wan (r.36)” rastiya wan diviya li vê derê Gulav neyê tewandin. Gulav çûbû mutbexê, gava Gulav vegeriya cem wan…” Her wiha di cihekî din de jî tewanga nêr bi vî awayî ye, “Dêst xwe da…” ez tênegihîştim ew kumik çima ne li ber lê li ser ‘ê’ya navîn e, diviya ew ‘ê’ li dawiyê bûya. Ev ‘ê’ mirov dibêje, dibe ku xeletiya nivîsê be, lê “çêv çêv” qet lê nehat. Çimkî diviya çavek yê dîtir bitewîne û bandorê lê bike. Rastiya wê diviya, “Çêv/çavî çav” bûbûya.
Hêjayî gotinê ye, ev kêmasiyên tewanga nêr vê heyamê gelekî ber bi çav dibe di deq û tekstên kurmanciyê de.
Helbet sedemên wê, ew e ku edîtoriyeke baş ji aliyê weşangerên kurdî ve nayê kirin. Gelek weşanger bi ya dilê xwe dikin. Nexasim ziman, malê hemû neteweyê ye, ji bo wê, mafê tu kesî nîn e li gorî dilê xwe hema çawalêhato serederiyê pê bike.
Nozdeh Çirkên Sîdar Jîr, bi surprîzeke fantastîk bi dawî dibe. Jîr, ligel her tiştî –hemû dilêşiyan kuştina bira (Merwan) a bi destê bavî, qezakirina hevalên wê Zîngul, Avsar û Avînê, birîndarbûna Mîrşa ya di bûyera Parka Koşuyolu ku bûbû sedema mirina 12 kesan- dîsa ew û hezkiriyê xwe Mîrşa, piştî ku Gulav li çiyê birîndar dibe û lingekî wê qut dibe, li Stenbolê wan digihîne hev û dîsa hêviyekê direşîne dilê xwendayan.
Ev çîrokên ku bi diltezînî mirovî rûqalî rastiya civakê dike, di heman demê de tehmeke xweş ya kurdî dihêle ser devê mirovî.
Bibin mêvanê çîrokên Jîrî, hûn ê bi kurdîyeke xweş û zelal, gelek tiştî ji xwe tê de bibînin.
***
Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Barbarê Kawa Nemir
- Di romana kurdî de qonaxeke nû: ‘Meryema’ya Sebrî Silêvanî
- “Zeraq”ê daye Mirina/Kuştina Bêsî
- Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî
- Kê, çima ÎBO birîndar kir?
- Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me
- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
- Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’
***
Nûçeya eleqedar:
- Çîroknûs Sîdar jîr vê carê “Dozdeh Çirk” derxist