Diyarname
Di vê dema li herêma Misûl û Kerkûkê şer û xirecir didome de pirsa Misûl û Kerkûk warên kî ne ji aliyê kovara "Kurt Tarîhî" ve tê bersivandin.
Kovara Kurt Tarîhî ku du mehan carekê bi turkî weşanê dike hejmara xwe ya 14'an a meha gelawêj û rezberê derxist. Kovarê pirsa "Musul-Kerkuk Kimin Yurdu?" (Misûl-Kerkûk Warên Kî Ne?) kiriye berga xwe û bi nivîsên ku weşandiye, bersiva pirsê daye. Yek ji nivîsan ji aliyê Mehmet Bayrak ve hatiye nivîsîn. Nivîs gelek kîteyên di vî warî de bi zimanekî zelal eşkere dike. Nivîs balê dikişîne ser nîqaşa li Lozanê ya di navbera heyeta tirkan û îngilîzan de. Li gor tirkan sedî 52, li gor îngilîzan sedî 55 jimara gelê wê derê kurd in, li gor tirkan sedî 28, li gor îngilîzan sedî 8 gelê wê derê tirk in û beşên din jî ji gelên din pêk tê. Di nivîsa Bayrak de gelek kîteyên bi vî rengî hene ku meseleyê zelal dike. Nivîsa din jî ji aliyê Mesûd Serfiraz ve hatiye nivîsîn. Serfiraz di bin sernavê "Di coxrafyaya Osmanî ya Ahmed Cemal de Wîlayeta Misûlê" nivîsa xwe amade kiriye û diyar kiriye ku ev pirtûk bi awayekî fermî ji aliyê dewletê ve hatiye çapkirin, di dibistanên Osmanî de wekî pirtûka dersê hatiye bikarîn û di pirtûkê de qala kurd, Kurdistan, sînorê wê, her wiha sînorê bajarê Misûl û Kerkûkê jî tê kirin. Nivîs bersiva pirsên di vî warî de dike û pirsên di bîra mirovan de dibersivîne.
Hevpeyvîneke li ser Başûr
Hevpeyvîna vê mehê ya kovarê edîtorê kovarê Mesut Yegen bi rewşenbîrê kurd Faik Bulut re kiriye. Bulut dibêje ku li başûrê Kurdistanê ji dîrokê ve her kurdîtî li pêş bû. Di hevpeyvînê de li ser PDK, YNK û Goran kîteyên balk^şe hene.
Kurdistana Sor
Di dîrokê de yek ji herêmên xweser ên kurdan jî Kurdistana Sor bû ku di sala 1923'yan de tê avakirin û temeneke kurt dijî. Li ser "Kurdistana Sor" İsmet Konak nivîs nivîsiye û agahiyên li ser vê pêşkêş kirine.
Meseleya êzîdiyan
Di vê dema ku li hemberî êzîdiyên Şengalê komkujî pêk tê de kovarê nivîseke li ser êzîdiyan jî weşandiye. Nivîsa ku ji aliyê Birgul Açikyildiz Şengul ve hatiye nivîsîn bi kurtahî agahiyên li ser êzîdiyan pêşkêş dike. Di nivîsê de tê gotin ku sedî 2 serjimariya kurdan ji êzîdiyan pêk tê û texmîna serjimariya wan a li dinyayê jî wekî 500-600 hezarî nîşan dide.
Nivîsa "Mîrê Kurdistanê Kakelo: Çîroka Super Setxekarekî" ku Rohat Alakom nivîsiye, ji aliyê Şerif Derince ve hatiye wergerandin.
Ercan Çaglayan ji li ser "Turk Ocaklari" çawa ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de kirine ku kurdan ber bi tirkîbûnê ve bibin nivîseke amade kiriye û weşandiye. Ew dibêje di navbera salên 1925-1931'ê de van ocaxan kar kiriye û sedî 40'ê van ocaxan jî li herêmên kurdan xebat kirine.
Nivîsên din
Her wiha Mahmut Kilinç li ser xebatên DDKO yên li Stenbolê, Îbrahîm Seyîdanî li ser Cemiyetên Kurdan ên di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, Vecdi Demir jî li ser Biryarên Dadgeha Şerq Îstîklalê nivîs pêşkêş kiriye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
GSM: 0532 173 25 09
Mail: kurttarihi@yahoo.com
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.