Diyarname
Maça Fînala Kûpaya Tirkiyeyê ya Ziraatê ya di navbera Fenerbahçe û Trabzonsporê de wê li Sehaya Rihayê bê lîstin.
Li gor daxuyaniya Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê maça fînala kûpayê ya di navbera Fenerbahçe-Trabzonspor de wê 5'ê gulanê li Stada Arena ya GAP'ê ku li Rihayê ye bê lîstin.
Stada Arena ya GAP'ê di sala 1992'yan de xîma wê hatibû avêtin û stad di sala 2009'an de ket faliyetê. Stada ku bi 40 mîlyon TL'yî bû mal cihê 30 hezar temaşevanî têde heye.
Niha ev stad wê ji bo maçeke mezin a Tirkiyeyê, maça Fenerbahçespor û Trabzonsporê mazûvanî bike.