Diyarname
Mamoste û nivîskar Yaqob Tilermenî ji sala 1994’an ve bi kurdî re eleqedar e. Dema Welatê Me derdikeve ew nivîsa pîrozbahiya rojnameyê ji wan re dişîne û nivîsa wî dertê. Ji wê rojê de ew bi kurdî dinivîse. Tilermenî dema vedigere Qoserê ku hin hay ji nivîsên wî yên kurdî çêbûne wî wekî “Nivîskarê zimanê kurdî” didin nasîn. Li wir tê girtin, tê sirgûnkirin, paşê dîsa vedigire û niha li Swîsreyê ye. Vê mehê me nivîskar Yaqob Tilermenî kir mêvanê Portreya Mehê. Jiyana Tilermenî bi têra xwe rengîn û di heman demê de xemgîn e. Fermo em bi hev re bixwînin...
***
ÇÎROKA DESTPÊKIRINA JI QOSERÊ
Ez di sala 1972’yan de li Qosera Mêrdînê hatim dinê ku hingê ji navçeyê re digotin “Qezê”. Me wekî navê navbajarî bi navên Qosar, Yenî Mehel, Mihela Gir û Mehela Îpekê dizanîbû ku her yek ji wan taxên navçeyê bûn. Ji ber ku avahiyên me yektebeqeyî bûn û bêtirên wan jî ji xaniyên kerpîçan bûn, dema em havînan li ser xaniyan radiketin, ji rêzeçiyayên Mêrdînê heta bi bajarê Mêrdînê û heta bi texma Binxetê (Rojavayê Kurdistanê) di bergeha çavên me de bûn. Jixwe Girê Tilermenê ji her hêlên navçeyê ve xuya dikir. Ser gir ji bo me zarokan cihê gerê û seyranê bû. Û gelheya li navçeyê dijiyan jî bêtirên wan wekî ezbet (êşîr) û malbat hev nas dikirin. Çemê ku ji Newala Xursê (Geliyê Xursê ji 12 gundan pêk tê) diza û di nava Qezê re dibuhurî, ji bo me zarokan cihê kêf û şahiyan bû. Ji lew re ji her temenî zarok, me xwe li çêm digirt û em li gelek cihên kûr (ava gewimî) hînî avjeniyê dibûn. Yek ji ava gewimî, Gola Reqqo bû ku navê xwe ji reqên avî wergirtibû. Tiştê balkêş jî, li tenişta çemî Qişleya leşkeriyê hebû û ava pîsiyên wan diherikî nava çêm. Em di wê ava genî de bêyî ku li nexweşiyan bifikirin bi kêf û şahî hînî avjeniyê dibûn.
Wê çaxê li navçeyê gişî çar heb dibistanên seretayî hebûn û min jî li Mehmetçik İlkokulu dest bi xwendinê kir ku li tenişta Camiya Xerabe bû. Ew camiya kevnar li çûn û hatinên dibistanê ji bo me hewşa wê cihê lîstikan bû. Carina di tenefusan de me xwe li wir digirt û li ser dîwarê wê yê ji kevirên pehn û mezin, me baz dida. Digel ku ew ne camî bû, qube û minnareya wê tune bû jî, her kesî ew bi navê camiyê pênase dikir. Li navçeyê bi tenê ortaokulek (dibistana navîn) û lîseyek hebû. Min xwendina xwe li Kiziltepe Ortaokulu û Kiziltepe Lîsesî temam kir. Li dû lîseyê (1989) ez ji bo salekê çûm Stenbolê ji bo ku karibim li dersxaneyekê xwe qeyd bikim. Ji ber nebûna pereyan, ez di nava hefteyê de li atolyeyeke kincdirûtinê dişixulîm û dawiya hefteyê jî diçûm Bakırkoyê, Ugur Dersaneleri. Dema ez ketim azmûna zanîngehê, ji ber hin pirsgirêkên malbatî encama ku min dipa bi dest min neket. Digel pûanên min ku wergirtibû têra “Sinif Ogretmenligi” dikirin jî, ji nezanîna tercîhkirinê ez wê salê li tu deran bi cih nebûm.
LI MALA FEQÎRAN PÊŞBAZIYA MIŞKAN
Sala 1990’î, min li Amedê xwe li Karacadag Dershanesi qeyd kir. Ez û çar hevalan li Tekkapiyê di bodrumeke binê apartimanekê de bi cih bûn ku mişkan li hundir pêşbazî dikirin. Ji ber ku boriyên avê yên avahiyê di mala me re derbas dibûn, bêhna rewa û ne-xweş em ji desthilanîn xistibûn. Sibehekê dema em ji xew şiyar bûn û me lingên xwe ji ser ranzeyan bera erdê dan, heta ser gûzikên me di nava ava pîs de man. Her çiqas me bi hevalan re bi heftûheştan dixwest ji malê derkevin jî, derfetên tune yên aboriyê rê nedida me ku em derbasî maleke dîtir bibin. Wan salan ji ber ku Sedam Husênê dîktator kurd kîmyebaran kiribûn, ji tirsan her kesî ser pencereyên malên xwe bi naylonan digirtin. Me jî ji ber wê tevliheviyê çend hefteyan navber da xwendina dersxaneyê û em vegeriyan Qoserê. Jixwe li vegerê em çav li Pêşmergeyên Navmezin ketin ku ew li ber bedenan li ser kolana postexaneyê bandên (kaset) kurdî difirotin. Dema em ji dersxaneyê derdiketin, me geryanek li ber dezgehên pêşmergeyan dikir û piştî bêhnvedana li qehwexaneyên “Kuçuk Ev” û “Yeşil Çinar”ê em ji bo xebata xweamadekirina zanîngehê heta derengê şevê li mala xwe ya bodrumê dixebitîn.
Wê çaxê hevîrê Amedê nû bi nû, pêl bi pêl bi rihê kurdayetiyê dihat strîn û em jî di nava wî hevîrî de hay ji hestên xwe yên kurdayetiyê çêdibûn. Li bajêr bi navên “Cumhuriyet Kitap Kulubu” û “Dîlan Kitap” du pirtûkfiroş hebûn ku ji bo me cihê vehesandinê bûn. Bi dîtina pirtûkên der barê kurdan û yek heban pirtûkên kurdî, em jî li xwendina pirtûkan dibahniyan.
Hasilî, digel şert û mercên jiyan û civakî, di azmûna zanîngehê de bi ser ketim û li Zanîngeha Dîcleyê di beşa Mamostetiya Fizîkê de bi cih bûm. Jixwe di salên xwendina zanîngehê (1990-1995) de ji kuştinên rojnamegeran bigire heta bi tevgerên Hîzbullahçiyan, ji kuştina hevalên me yên Zanîngehê (Samet Çetin, Cevat) bigire heta bi şehîdketina hevalan, çûyînên serê çiyan, serdema HEP’ê, qetilkirina Apê Mûsa û Vedat Aydin û bi sedan bûyer û qewamên polîtîkî, em di nava jiyaneke sûrrealîstî de jiyan. Berî bi sal û nîvekê min ew hestên xwe yên wan rojan di helbesta “Niqteşanîya Kurdistên” de wiha berze kir:
NIQTEŞANÎYA KURDISTÊN
hê jî li bîra min e
li wir, li Derê Çiyê
li ser dîwarê meyxaney
hatibû nivîsandin:
“ji bo niqteyek (.) berjewendî
ne-te-we wekî bêhnokekê (,)”
cara yekem bû,
avceh tevlî xwîna min dibû
di nozdeh salîyê de.
navbera salên 1990 û 1991’ê bû
hinek qesab bûn
dewletparêz bûn
wekî pêz ser jê dikirin
ciwanên kurdxwînî
hinek temaşevan bûn
kurdperwer bûn
ceh dixwarin bi bengînî.
niqtepirs (?) li hişê me aliqîbûn
me bi baneşanan (!) deng li hevdu dikir
hevokên me bi sê niqterêzan (…) qut dibûn
di nava neynûkan (“ “) de:
“teq teq teq”
tê wer dibûn hevalrêyên me.
hê jî li bîra min e
li wir, li wî cihê sêdarkirina şêxê seîd
li ser dîwarê avahîya HEP’ê
şopên guleyên kujer
cara yekem bû,
şoreş tevlî xwîna min dibû
di bîst salîyê de.
navbera salên 1991 û 1992’yê bûn
hinek welathez bûn
li ser navê evîndarîyê
romantîkê serdemê bûn
hinek jî welatperwer
gule dixwarin ji paşstuyê xwe.
niqte (.) bûn
ên bûnewerî bi hev ve girêdidan
du kevan (( )) bûn
ên em di nava xwe de hefs dikirin
û niqtepirsek (?) e
ya li hewayê mayî:
çima welatekî qedîm hê jî xwîn dibe? (16.02.2019 / Bex)
***
Jixwe wê serdemê ez û rehmetiyê Dost Çiyayî li Koşuyoluyê hevalê hev ê malê bûn. Em bi hev re li ser pirtûka Feqî Huseyin Sagniç ya rêzimanê dixebitîn. Di rojnameya Ulke de bi navê Metin Çiyayî qunciknûsek hebû ku hevalê min Mahmut (Dost Çiyayî) paşnavê wî li xwe kiribû. Min bi awayekî rêkûpêkî rojnameya “Welat” ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (li taxa Ofisê) werdigirt û me li malê bi hev re dixwend. Jixwe dema ez ji NÇM’ê derdiketim, rojname ne di destê min de, lê di ber pantorê min de bû: Her tim torosên spî li hemberî saziyan rawestiyayî bûn. Wekî tê zanîn rojnameyên çapemeniya kurdan dihatin girtin û berhevkirin. Bi girtina Welat û bi derketina “Welatê Me” re, min nivîsa xwe ya yekemîn wekî “Pîrozbahî” ji rojnameyê re şand. Û dema min ew nivîs bi çavên sêrî dît, rojname di destê min de li kantîna zanîngeha Şehitlikê ji maseyekê diçûm maseyeke dîtir ji bo ku wan çend rêzikan nîşanî hevalên xwe bidim (1994). Rojên reş bûn û ji hêlekê ve jî, rojên kamiliyê bûn ji bo min.
SALÊN WELAT û REWŞENAN
Min di sala 1995’an de li Stenbolê, taxa Esenler li Atişalanıyê dest bi mamostetiya fizîkê kir. Bi çûn û hatinên saziyên kurdan (Enstituya Kurdî, NÇM, Welatê Me, Ozgur Gundem, Hadep-Dehap), ez bêtir li zimên û edebiyatê sor bûm. Bi nivîsên xwe yên li ser zanyaran; wekî Einstein, Arşîmet, Darwîn, Galileo, Newton, min bi navê Yakup Başboga di kovara Jiyana Rewşenê de xuya bûm. Dû re bi wergera çîroka E. A. Poe ya bi navê Mirina Rûpûşa Sor û nivîsandina kurteçîrokan bûm wekî nivîskarê daîmî yê kovarê, Yaqob Tilermenî. Ji ber ku mamoste bûm û li sendîkayê jî aktîf bûm, min hem kovar (Jiyana Rewşen, Zend) û hem jî rojname (Azadiya Welat) li hevalên mamoste belav dikir; digel ku min baş dizanîbû ew heval rûpeleke wan jî naxwînin. Ji hingê ve hevalên me yên welatparêz kurdî û berhemên kurdî bi ziravhestyarî nedişopandin. Ji ber wê jî, ez bêtir diçûm Enstîtuya Kurdî ya li Fatihê. Li wê derê min Feqî H. Sagniç, Samî Tan, Ahmet Pelda, Şefîk Beyaz, Mele Kerem Soylu, Mele C. Yoyler, Kakşar Oremar û bi dehan rewşenbîrên kurd nas kirin.
GIRTINA WÎ Û MAMOSTEYÊN DIN
Ji ber rotasyonê (xizmeta mecbûrî), di sala 1998’an de wekî mamoste vegeriyam Qoserê. Ji ber ku nivîsên min di Jiyana Rewşenê de derdiketin, hevalan ez wekî nivîskarekî zimanê kurdî pejirandim. Me carinan bi xemxwirên kurdî re civat geş dikirin. Serkeft Botan, Kerîm Qoserî, Lal Laleş, Rênas Jiyan, Dîlber Hêma, Çiya Mazî, Îrfan Amîda, Rojîn Xewn, Ronî War û gelek henûnên zimên dihatin cem hev. Bi derketina pirtûkên nû yên kurdî re, belkî bi sedan pirtûk bi destên me dihatin belavkirin. Navek û niwazeyek kurdî li navçeyê çêbibû. “Ornek Kirtasiye” ji bo firotina pirtûkên kurdî wekî navendekê dihat nasîn. Û em bi wê coş û xiroşê hay ji neyarên xwe çênedibûn. Di 7’ê gulana 2002’yan de ez ligel deh mamoste û endazyarekî bi operasyona polîsan hatin binçavkirin. Li dû lêpirsîna sê şev û sê rojan a li TEM’a Mêrdînê, bi dadgehkirina li Qoserê em hatin girtin. Tiştê balkêş; dema darizandina me ya li Hukûmet Qonagiyê li derve bi sedan mirov civiyabûn û piştgiriya me dikirin. Duwazdeh parêzeran parastina me xwestibûn. Xwendekarên me yên dibistanan ji bo destekdayîna malbatan, xwe gihandibûn malên me. Piştî mehek girtina li Girtîgeha Mêrdînê, em şeş mehan ji karên xwe dûr man û bi beraetkirina li DGM’yê (Dadgeha Bilind a Dewletê, 1’ê Îlona 2002’yan), em li bajarên Anatolyayê û Behra Reş hatin sirgûnkirin. Para min jî, bajarê Yozgatê ket. (Jixwe pirtûka min a pêşîn bi navê “Êşbazî” dema di girtîgehê de bûm ji nava Weşanên SÎ’yê derket.) Li navçeya bakurê bajêr a bi navê Çekerek, li gundê herî dûr ê navçeyê yê bi navê Çandirê bi qasî sê salan wekî sirgûn jiyam. Jixwe derûnî û rewşa min a wê wextê di gelek çîrokên min de bi cih bûn. Ez li wir jî nesekinîm. Min xwendinên xwe, werger (pirtûka Rojda, pirtûka Cam û Kevir), pirtûka duyem a çîrokan Bermeqlûb û romana xwe ya duyem Qerebafon di wê maweyê de nivîsandin. Di ber re jî min ji pêveka rojnameyê û kovaran re carina nivîs dinivîsandin. Carina jî bêdestûr ji bajêr derdiketim û tev li rojên wêjeyê û panelan dibûm. Zor û zehmetî, derûniyeke di binê zextan de û gefên polîsan li hêlekê, tevgerîn û nivîsandina ji bo kurdî li hêlekê bû.
SIRGÛNIYEK DIN BER BI EWROPAYÊ VE
Li dû sirgûnê, li bajarê Mersinê bi cih bûm. Salên xweş bûn, saziyên kurdan hebûn, xemxwirên kurdî hebûn û ji bo min jî, derfetên dayîna dersên kurdî çêbibûn. Li Kurdî-Dera Mersinê ez û hevjîna xwe Dîlber Hêma wekî mamoste û aktîvîstên polîtîk xebitîn. Bi sedan mirov li dora me hebûn. Xwendekarên zanîngehê ji ber derfetên xwendina bi zimanê kurdî li Zanîngeha Artukluyê, dihatin tev li qursên zimên dibûn. Di panel, rojên pirtûk û ahengên zimên de geşbûnek hebû. Tevgera Kurdan bi rêvebirên Dewleta Tirkiyeyê re mizakere dikirin. Me jî hîna bêtir alaya kurdî bilind dikir. Bi guherîna seqaya li Tirkiyeyê re hemû hebûn û destkeftiyên kurdan di carekê de hatin tunekirin. Ez jî di nav de, 7’ê sibata 2017’an em 47 mamoste yekser ji kar hatin derxistin. Hemû mafên jiyînê ji destên me hatin girtin. Nehiştin em li tu derê bixebitin, sigorteya me ya tenduristiyê hate betalkirin, hem bi awayekî derûnî û hem bi awayekî girtibûn û li apartmanê gişî em wekî kesên qaçax pênase kiribûn. Bi vê sedemê me di nava hefteyekê de mala xwe bar kir Qoserê û li dû hefteyekê jî ez ketim ser rêya penaberiyê. Jixwe ev rêwîtî bi serê xwe vegotineke çîrokî ye. Ji 17’ê îlona 2018’an û vir ve ez li Kantona Vaud bajarê Lozanê ligel hevjîna xwe Dîlber Hêma û her du keçên xwe Şarezîn û Yezda niştecih bûne. Û dîsa wekî berê di nava zimanekî xerîb (fransî) de melevaniya kurdî dikin.
JIYANA LI SWÎSREYÊ
Hatina Swîsreyê deriyekî nû yê nivîsînê li ber min vekir. Ew jiyînên bi salan, êşên berhevbûyî, zext û zorên pergal û nîjadeke hov wekî li bin guhê dîwarên hesinî kevin; li jiyaneke aram, li pergaleke humanîst, li dîmenên paqij û saye rast hatin. Di nava çend mehan de min bi qasî pazdeh helbestan nivîsandin. Û li xwe hayil bûm ku nabosên (çikmaz) wêjeyê yên ku carina berê nivîskarekî/ê ji çeşnekê dide çeşneke dîtir li hêviya derfetên nû ne. Ev derfet jî bi jiyana nû re bi dest ket. Tim pirsa ji çeşnekî wêjeyê derbasbûna çeşnekî dîtir tê pirsîn û nivîskar jî li gora feraseta xwe bersiva wê pirsê didin. Diyarname jî vê pirsê ji min dike bê çima min ji çîrokê gav avêtiye romanê. Di rastiya xwe de min tu caran ji çeşnekî gav neavêtiye çeşnekî dîtir. Dema min çîrok dinivîsandin, nivîsandinê romanê jî hebû; dema nivîsandina romanê jî, min çîrok dinivîsandin. Ev hinekî bi guherîna seqaya jiyîna nivîskêr re têkîldar e. Ji ber ku azmûna 25 salan a nivîsandina min ji bajarekî ber bi bajarekî dîtir e û niha jî ji welatekî ber bi welatekî dîtir e, nivîsandina min a çîrok, roman, şanoname, senaryo û helbestan jî li ser rêwîtiyeke wiha ye. Ez diçim ku jiyana min a kurdî bi min re ye û di şert û mercên herî dijwar de jî hewl didim ku binivîsim. Belkî jiyana min a li Swîsreyê li gora jiyana Tirkiye û Kurdistanê xweş û rihet xuya be, lê li vê derê jî rewşeke dîtir heye ku naxwazim dramatîze bikim.
Ji ber derfetdayîna xwederbirîna di Diyarnameyê de ji kekê Cemil Oguz re gelek spas dikim. Diyarname di çapemeniya kurdî ya berdewam de bi pazdeh salên xwe yê heyî qonaxên pir fireh li ber ziman û wêjeya kurdî vekirin û divê ev hewldan û karên kêrhatî bi vî awayî berdewam bike û piştgiriyê bibîne. Ji ber şert û mercên hemû parçeyên Kurdistanê ku kurd tûşî hemû zext û zorên nedîtî tên, alaya sereke ya kurd û Kurdistanî di destê zimanê kurdî de ye û divê her mirovên ziravhestyar ên kurd vê alayê li jorê bigirin. Çinku bi saya vî zimanî û xemxwirên zimên kurdîtî û kurdistanîbûn her jîndar maye û divê bi vî awayî jî bidome. Her rojên Xwedê bûyer û qewamên em tûşî wan tên, ji ber dagirkerî û talankeriya çand û ziman û hebûnên kurdî ne. Yek ji rêyên herî girîng a têkbirina vê dagirkeriyê, xwedîderketina li zimanê kurdî ye. Ez bi salan e bi vê hewldanê dixwazim bibim dijdagirker û li ser vê ramanê jiyana xwe berdewam dikim ku ew jî nivîsandina bi kurdî û afirandina wêjeyê ye.
Berhem:
1. Êşbazî, Çîrok (Gulan 2002, Weşanên Sî), 111 Rûpel.
Ji sê beşên bi navên Çîrokên Bêziman, Çîrokên Bêdergeh, Çîrokên Bêwelat û ji 12 çîrokên bi navên Xwekuştina Derengmayî, Nînperest, Menzel, Êşbazî/Ji A’yê Heta Z’yê Kul, Nameyek Ji Dîjleyê Re, Bêjî, Bablîsok, Dîlbera Min, Çemê Huznê/Çûço û Gozê, Mehîr, Peqilkên Biharê, Xezeba Marê Teyar pêk tê.
2. Bermeqlûb, Çîrok (Gulan 2003, Weşanên Elma-Pirtûkên Mîr), 92 Rûpel.
Ji pêşekekê û ji sê beşên bi navên 1. Roja Yekemîn, 2.Roja Duyemîn, 3.Roja Sêyemîn û ji 10 çîrokên bi navên Awêneyên Feridokî, Ji Evînê Têm, Dinyaya Berdî Berdan, Gora Şîrmêj, Çîroka Meznûnê Zimanê Kevirî, Mukirhatin, Kalê Gopal, Bermeqlûb, Govenda Qewmê Serspî, Keştiya Noah Nova Ya Herî Dawiyê pêk tê.
3. Ferhenga Sirgûnê, Çîrok (Mijdar 2004, Weşanên Lîs), 141 Rûpel.
Ji pêşekek bi navê Wêjeya (Li) Sirgûnê, ji beşên bi navên I. Çîrokên Sirgûnê, II. Çîrokên (Li) Sirgûnê, III. Çîrokên Sirgûnê, ji çîrokên bi navên Anarşît, Berberxane, Cenaze, Çîrokname, Klon, Lûr, Mûçing, Newayên Jibîrbûyî, Welatê Wendayî Di Mishefa Nefîkirî De, Xewn û Xeyal, Yozgata Ku Deyndarê Şükrü Erbaş, Zindan û ji ravekirina jiyana hin nivîskarên cîhanê yên sirgûn pêk tê.
4. Kitim (Sêbareya Mêrdînê-1), Roman (Îlon 2005, Weşanên Lîs), 221 Rûpel.
Ji çar beşên bi navên Korko, Eynter, Legleg, Gîsko pêk tê.
5. Qerebafon (Sêbareya Mêrdînê-2), Roman (Nîsan 2009, Weşanên Do), 239 Rûpel.
Ji sê beşên bi navên I. Sewt, II. Ewravî, III. Goristana Nîgaşî pêk tê.
6. Bavfileh (Sêbareya Mêrdînê-3), Roman (Mijdar 2009, Weşanên Do), 299 Rûpel.
Ji sê beşên bi navên I, II, III pêk tê.
7. Sergotina Calvino, Roman (Gulan 2013, Weşanên Avesta), 138 Rûpel.
Ji 14 beşan pêk tê.
8. Kulîlkên Apê Mûsa, Şanonameya Zarokan a Muzîkal (Zivistan 2012, Weşanên Zîbeq), 48 Rûpel.
Şanoname ji pênc civanokên bi navên I.Baxçeyê Kalo, II. Koma Pinpinîkan, III. Koma Pirtûkan, IV. Koma Stranan, V. Qada Mezin pêk tê.
9. Kermêşa Gerok, Novela Ciwanan (Zivistan 2012, Weşanên Zîbeq), 56 Rûpel.
Destpêka çîrokê bi navê Malbateke Dayiksalar û dawiya çîrokê bi navê Çîrokeke Utopîk e; di çîrokê de pênc beş hene.
10. Metamorfoz, Çîrok (Nîsan 2012, Weşanên Na), 68 Rûpel.
Ji sê beşên bi navên a. Çîrokên Dubêjeyî, b. Çîrokên Bêdengdêr, c. Çîrokên Sê S’yan û ji 11 çîrokên bi navên Helbestvana Şaşwaz, Çîroknûsê Matmayî, Tekmula Rojê, Tengezariya Kewê, Orfozê Hermafrodît, Îtlafa Pirtûkan, nxwşxn, krdstn, Belalûk, Bîra Sergirtî, Metamorfoz pêk tê.
11. Danişîna Zimanekî, Şanoname (Bihar 2012, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şanoya Bajar), 30 Rûpel.
Ev şanoname, di 15’ê Nîsana sala 2011’an de di ‘Pêşbaziya Nivîsandina Lîstikên Şanoya Kurdî ya 1emîn’ a ku ji teref Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de Xelata Duyemîniyê wergirtiye.
12. Lemişta Çîrokên Kurdî (Salnameya Çîroka Kurdî ya Salên 2012-2013-2014an), Lêkolîn û nirxandin (2015, Weşanên Na),131 Rûpel.
Ev lêkolîn û nirxandina çîrokên Kurdî ye ku di pirtûk, rojname û kovaran de hatine weşandin. Pirtûk çîrokên salên 2012, 2013, 2014’an bi awayekî danasîn û nirxandinan vedibêje.
13. Hêlange, Roman (2016, Weşanên Lîs), 226 Rûpel.
Roman ji sê beşên bi navên I… tîpa mim: memduh, II… tîpa ‘eyn: ‘elî û III… tîpa sîn: selman pêk tê.
14. Pizdank, çîrok (Pûşpera 2018’an, Weşanên Lîs), 148 Rûpel.
Pirtûk bi dijgotin’ê dest pê dike û ji du beşan pêk tê. Di Beşa Yekemîn de çîrokên dilêş/vegotinê yên bi navên Gwîn, Namûs, Beravêtî, Nixurî, Kordûnde, Stewr, Pizdank, Gulîk, Zêstanî hene; Di Beşa Duyemîn de şanoya êş/gotinê heye.
Werger:
1. Rojda, Tzcan KARABULUT- Çîrok Ji Tirkî (Îlon 2005, Weşanên Lîs), 159 Rûpel.
2. Cam û Kevir, Şakra ERBAŞ- Helbest Ji Tirkî, ligel Dîlber HÊMA(2005, Weşanên Lîs), 63 Rûpel.
3. Bêbaran, A. Hicri İZGOREn- Helbest Ji Tirkî, ligel Lal LALEŞ(Cotmeh 2005, Weşanên Lîs), 89 Rûpel.
4. Dansa Berber, Sirri AYHAN- Roman Ji Tirkî. Hîna nehatiye çapkirin.
5. Dûvpişk, Eşber YAWMURDERELİ- Şanoname ji Tirkî. Hîna nehatiye çapkirin.
6. Du Bûjenên Biyanî, Slawomir MROZEK- Şanoname ji Tirkî. Hîna nehatiye çapkirin.
7. Yên Di Hundir De, M. Cevdet ANDAY- Şanoname ji Tirkî. Hîna nehatiye çapkirin.
8. Aso, Fatma Ktl- Roman Ji Tirkî, (2020, Weşanên Lîs)