Amadekar: Cemil Oguz
Vê hefteyê 9 fîlmên cihêreng ketin vîzyonê. Di navê de fîlmên balkêş hene: Alksandra, Munferît, Kraliyeta Qedexe...
Vê hefteyê "Burada Olanlar Burada Kalır", "Şohret", "96 Saat", "Tehlikeli Oyun", "Aleksandra", "Karamel", "Yasak Krallık", "Kirmizi Balonun Yolculugu"', "Munferit" fîlmên ku ketine vîzyonê ne. Ji van em "Yasak Krallik" fîlmeke xwedî çîrokeke mîtolojîk e, bi vî aliyê xwe, "Munferit" li ser qirêjiya di nav civak û dewleta kûr a Tirkiyeyê de ye, her wiha "Karamel" û "Aleksandra" jî bi aliyên xwe yên siyasî û civakî, di tema fîlmên cihêreng de pêşniyazên me yên hefteyê ne. Di nav van fîlman de "Şohret" jî xîtabî hezkiriyên lîstika salsayê dike.
Yasak Krallik / Kraliyeta Qedexe
(The Forbidden Kingdom)
Derhêner: Rob Minkoff
Lîstikvan: Jet Li, Jackie Chan , Michael Angarano, Collin Chou ...
Cure: Aksiyon / Fantastîk / Komedî
Sala Kişandinê: 2008
Berê her tiştî du lîstikvanên navdar Jet Li û Jackie Chan bi hev re ne û cihê ku ew lê hebin aksiyon jî teqe heye. Berî mijar û naverokê ev her du dikin ku mirov li fîlm temaşe bike. Bi ser de jî dema mijar xurt be, vê carê temaşekirin li ser mirov ferz dike.
Fîlmê destanwarî, aksiyon û macerayî li Bostonê dest pê dike û serlîstikvanê me Jasonê ku hezkiriyê fîlmên karateyê ye ji nişke ve xwe li nav daristanên Çînê dibîne. Û çîroka me dest pê dike: Gopala Kralê Meymûn divê bibe bigihîne wî, wî rizgar bike û li hemberî Lordê neheq têbikoşe.
Herhal vê hefteyê fîlmê ku herî zêde temaşevan jê hez bikin, yê herî herikbar ev e. Ev yek dike ku em wekî fîlmê hefteyê vî fîlmî hilbijêrin.
***

Munferit
Derhêner: Dersu Yavuz Altun
Lîstikvan: Îdil Firat, Ali Erkazan, Mahir İpek
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2007
Fîlm bi diruşma "ger goşt bêhn bide hûn xwê bikin, lê xwê bêhn bide?" ketiye vîzyonê. Di film de tiliyeke zarokek bixwîn a hatiye jêkirin, bi dehan jinên ku tecawizê wan hatine kirin, kesek ku li telefona her kesî guhdarî dike û agahiyên ku berhev dike pêşkêşî 'rayedarên kûr' dike û razên ku tu demê dê dernekevin holê...
Fîlm li navçeyeke şêrîn derbas dibe û van têkiliyên qirêj hemûyan pêşkêş dike. Wekî encam yên li jêr cezayê dikişînin 'rayedarên kûr ên li jor' wekî her gavê ji nava meseyê bêyî tiştek bi wan bê, yan bêne darizandin dertên. Fîlmek li gor rastiya Tirkiyeyê "Munferît". Jixwe li Tirkiyeyê her bûyer "Munferît" e.
***
Aleksandra

Derhêner: Aleksandr Sokurov
Lîstikvan: Galina Vishnevskaya, Vasily Shevtsov, Raisa Gichaeva...
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2008
Derhênerê fîlmê "Aleksandra" Aleksandr Sokurov yek ji navdartirîn derhenêrê sînemaya hemdem a rus e. Rexnegiran navê "Tarkovskiyê nû" li Sokuvorê 57 salî kiriye.
Sokurovî îsal ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê "Xelata Rûmetê ya Sînemayê" girt û ev fîlmê wî "Aleksandra" ku niha ket vîzyonê di festîvalê de jî hat nîşandayîn.
Pîreke bi navê Aleksandra piştî 7 salan ji bo neviyê xwe yê sûbay bibîne tê baregeha rusan a li Çeçenistanê. Pîrê, li vir çend rojan dimîne û ew bi heqaretê gelê herêmê re rû bi rû dimîne.
Jineke din bi navê Malika ku xwedî fikra "Dibe ku mêr neyarên hev bin lê em bira ne" ye heye. Û Malika û Aleksandra dibin hevalên hev.
Fîlm temaşevanan dibe nava xwezaya qencî û xirabiyê û rêwiyiteke balkêş pêşkêş dike.
Fîlm kîteyên ji derûyên cihêreng pêşkêş dike. Fîlm xwedî mijareke baş e û ev yek dike ku mirov lê temaşe bike.
***
Şohret
(El Cantante)
Derhêner: Leon Ichaso
Lîstikvan: Jennifer Lopez, Marc Anthony, Antone Pagan...
Cure: Belgefîlm / Biyografîk
Sala Kişandinê: 2006
Salên 1960-1970... Muzîka salsa li dinyayê deng vedide. Yek ji kesên ku bi dengê xwe salsayê navdar dike û pêre ew bi xwe jî navdar dibe hunermendê navdar ê ji Porto Riko Hector Lavoe ye. Û fîlm li ser vî hunermendê navdar Hector Lavoe ye. Jiyana wî, muzîk, navdarî, tilyakêşiya wî û di dawiyê de jî bi vê tilyakê binexweşketina AIDS û herî dawî de jî mirina wî tê pêşberî temaşevanan.
Di fîlm de Marc Anthony di rola Hector Lavoe û Jennifer Lopez jî di rola hezkirî û jina Hector Lavoe de dilîze.
Hunermend û lîstikvan Jennifer Lopez digel lîstikvanî sazkariya fîlm jî girtiye ser milê xwe û di fîlm de rewşa nasnameyên cihê yên komên Porto Rikoyî pêşkêş dike.
Fîlm bi têra xwe muzîka salsa pêşkêş dike. Ji vî alî ve dibe ku bala temaşevanan bikişîne. Wekî din ne zêde balkêş e.
***

Karamel
(Caramel)
Derhêner: Nadine Labaki
Lîstikvan: Nadine Labaki, Yasmine Elmasri, Joanna Moukarzel...
Cure: Komedî / Romantîk
Sala Kişandinê: 2007
"Karamel" di Festîvala Fîlman a Stenbolê de hem fîlmê destpêkirina festîvalê bû û hem jî jê hat hezkirin.
Fîlm ji jiyana pênc jinên lubnanî yên li Beyrûtê dijîn parçeyan pêşkêş dike, fîlmekî komedî ye, lê li gor gotina derhênera fîlm, "Bêyî ew berê fîlm bi wî alî de bide ber bi siyasetê ve çûye." Bêşik ev bi wir de çûyîn ne tişteke xirab e... Ji bilî vê fîlm vê pêşkêş dike: Ev pênc jir her li salona bedewiyê têne cem hev û sohbetê dikin li ser têkiliya cinsî, dayiktî û şiroveyên xwe pêşkêş dikin...
***
Û ev jî hene:
Burada Olan Burada Kalir / Tiştên li vir bûne dê li vir bimînin
(What Happens in Vegas)
Derhêner: Aaron Blaise & Robert Walker
Lîstikvan: Ashton Kutcher, Queen Latifah, Cameron Diaz , Dennis Farina ...
Cure: Komedî / Romantîk
Sala Kişandinê: 2008
Ji fîlm zêde tiştekî hêvî nekin. Lê ger hûn dixwazin bi evîrdara/ê xwe re kêliyeke derbas bikin biçin temaşe bikin. Ew qas. Wekî din zêde tişteke nîn e.
***
96 Saat
(Taken)
Derhêner: Pierre Morel
Lîstikvan: Liam Neeson, Maggie Grace, Kattie Cassidy, Olivier Rabourdin...
Cure: Aksiyon
Sala Kişandinê: 2008
Hinek dram, hinek aksiyon tevî kabûs, pirsgirêk... Hûn lê temaşe bikin an nekin hûn bi kêfê xwe ne.
***
Tehlikeli Oyun / Lîstika Bitalûke
(Die Welle)
Derhêner: Dennis Gansel
Lîstikvan: Jürgen Vogel, Frederick Lau, Max Riemelt, Christiane Paul...
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2008
Fîlmê derhênerê alman Dennis Gansel di Festîvala Fîlman a Stenbolê di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de bû û "Xelata Taybet a Juriyê" girt.
Rainer Wegner ji ber ku xwendekarên wî bala wan ne li ser dersê de ji bo balkişandinê biryarê dide ku dê ceribandineke pêk bîne. Ji wan dixwaze ku wî wekî rêber bibînin û bi navê Mr. Wegner gazî wî bikin.
Diruşma "Bi rêya disiplînê hêzdarî" hildibijêre, logoyeke çêdike û ev koma ku bi nîşaneyan bi hev re dikeve têkiliyê navê "The Wave" li komê dike.
Kom her ku diçe ji bin qontrolê derdikeve û di kurtedemê de dikeve ser rêyeke cihê.
Derhênerê alman bêyî qala navê Nazîzmê bike qala Nanîzmê dike.
***
Kirmizi Balonun Yolculugu / Rêwîtiya Nepoxa Sor
(Le Voyage du Ballon Rouge)
Derhêner: Hsiao-hsien Hou
Lîstikvan: Juliette Binoche, Hippolyte Girardot, Anna Sigalevitch...
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2007
Fîlm bi fransizî ye lê derhênerê navdar ê taywanî kişandiye. Fîlm dikare bê temaşekirin.


