Diyarname
Ji bo salvegera avakirina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî îşev bernameyeke li navenda weqfê ya li Stenbolê li dar ket. Her wiha ji ber ku 8'ê mehê rojbûna Beşîkçî bû, ji bo wî jî paste hat parvekirin û pîrozbahî hat çêkirin.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di 6'ê rêbendana 2012'yan de hate vekirin. Weqf li Stenbolê hat vekirin û paşê li Amedê, niha jî li Hewlêrê şaxek wê hatiye vekirin. Ji wê rojê de li ser xebatên rewşenbîrî kar û barê xwe dimeşîne. Her wiha li navendê ji bilî salona ji bo pirarmancî, pirtûkxaneyek jî heye ku yên dixwazin diçin jê sûde digirin.
Îşev salvegera vekirina weqfê bû, ji bo vê yekê li navendê barnameyek bi kokteyl, axaftin û muzîkê hat amadekirin.
Ji qada rewşenbîriya kurdî gelek kes li pîrozbahiyê amade bûn. Endamên Heyeta Mutevellî yê Weqfê Îbrahîm Gurbuz û Îshak Tepe, Serokê Weqfê Ruşen Aslan, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan (Enstîtu bi KHK'yê / Biryarnameya di Hukmê Zagonê de hatibû girtin), Edîtor û Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin, yê Nûbiharê Suleyman Çevîk, yê Peywendê Davut Ozalp, edîtorê Diyarnameyê Cemil Oguz, nivîskar Miraz Ronî, Firat Cewerî, Alî Duran Topuz, Selahattin Bulut û gelek kesên din amade bûn.
Ji bo axaftina destpêkê û sipasiyê Serokê Weqfê Ruşen Aslan axivî. Aslan sipasiya kesên hatine wir kir, piştî qala têkoşîna Îsmaîl Beşîkçî ya ji bo kurdan dabû kir û got: "Rawestina Îsmaîl Beşîkçî a wekî rewşenbîrekî kir ku li Tirkiyeyê kurdolojî bê avakirin. Jiyana wî bû wekî manîfestoya zanistê, loma em ji bo wî bibêjin li Tirkiyeyê avakarê kurdolojiyê ye dê ne gotinek vala be."
Paşê Îsmaîl Beşîkçî jî axivî, qala rewşenbîrî û rewşenbîriya li dinyayê kir. Beşîkçî wisa got: "Ezê çend navan bidim ji rewşenbîriya dinyayê. Mînak li Amerîkayê rewşenbîrekî mezin heye Noam Chomsky. Chomks her gav rêveberiya Amerîkayê rexne dike, lê rojek polîs nayên wî nabin ji bo îfadeyê, li vir be jixwe hûn dizanin dê çawa be. Dîsa li Amerîkayê pirtûk dikare li ser Trum bi navê 'Trumpê Xêt' derkeve, kes nabêje tiştek, ji ber ku azadiya ramanê heye." Beşikçî paşê ji Sartre û Edward Said jî mînak dan.
Beşîkçî got ku azadiya ramanê ji bo civakên ne demokratîk in muhim e û got ku kesên li vir li dijî birdoziya fermî derkeve ew kes bi xwe rewşenbîr e.
Piştî axaftina Beşîkçî paste hat birîn û dûre hunermend Berfîn Akay bi stranên xwe coş da şevê.



