Diyarname
Lîstikvanan navdar Angelina Jolie ji bo here serdana penaberên ji Sûrî hatine û li Hatayê bi cih bûne hat Tirkiyeyê. Bi sedan endamên çapemeniyê kete dû Jolie.
Angelina Jolie ku Qasida Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye ku heta niha çûye gelek welatan serdana penaberan vê carê ji bo penaberên sûrî hat Tirkiyeyê.
Di pevçûna di navbera hikumeta Sûrî û muxalîfan de nêzî 10 hezar kesî ji Sûrî, ji zilma rejima Esad reviyan û hatin Hatayê ku bajareke Tirkiyê, cîranê Sûrî ye. Li gor agaihyên dawî hejmara penaberan gihîştiye 9 hezar û 693 kesî.
Kizilaya Tirk li Yayladagi (du qamp), Altinozu (du qamp) û li Reyhanli (qampek) saz kiriye û pêdiviya penaberan bi cih tîne. Îro Qasida Aştiyê ya NY'ê Angelina Joline ji bo fêm bike ka pirsgirêkên penaberan çi ne çû kampa penaberan. Jolie du saetan bi wan re ma û guh da derd û pêdiviya wan.

Angelina Jolie nehişt çapeminiya ji Tirkiye yan jî biyanî wêneyan bikişîne û wê bikişîne kamerayê. Kameraman û wênekêşê bi xwe re anîbû dîmen kişand û ew dîmen belav kir.




