Konserên Live Earth ku li 7 parzemînan, li 7 bajaran bi beşdariya bi ser 100 hunermendî re pêk hatin, bal kişandin ser germa kurevî û têkoşîna vê yekê. Konser li dinyayê ji aliyê 120 kanalan ve bi awayeke zindî hatin pêşkêşkirin. Ji bo Live Earthê û balkişandina ser germa kurevî hunermenda navdar Madonna straneke bi navê "Hey You (Hêy Tu)" amade kir.
Ji bo piştgiriya çalakiya ji bo têkoşîna germa kurevî em klîba strana Madonna "Hey You" wekî klîba vê hefteyê pêşkêşî we dikin.


