El Clasicoyeke din bi dawî bû: Barselona ku di maça yekemîn de, li mala Real Madrid 2 gol avêtibû, di rovanÅŸê de li Nou Campê 1-1 ma û derket fînalê.
BeÅŸa yekemîn a maçê bi 0-0 bi dawî bû û di beÅŸa duyemîn de Barselona di deqîqeya 54'an de bi gala Pedro bi 1-0 derket pêÅŸ. Marcelo di deqîqeya 64'an de li ser navê Real Madridê bersiv da lê ev skor têra wan nekir û Berselona derket fînalê.
Di maça duyemîn a ji bo fînalê de îro M. United û Schalke di saet 21.45'an de tên hemberî hev. Li Tirkiyeyê maç ji Star TV zindî tê weÅŸandin. Di maça yekemîn de MU bi 0-2 bi ser ketibû.
Kîjan tîm bi ser bikeve dê bibe reqîbê Barselonayê û maça fînalê di 28'ê gulanê de wê bê lîstin.
Maça fînalê li Stada Wembley a Îngilistanê dê sê lîstin.
Kunye:
Barcelona-Real Madrid: 1-1
STAT: Nou Camp
HAKÊM: Frank De Bleeckere, Walter Vromans, Mark Simons (Belçîka)
BARCELONA: Valdes, Dani Alves, Mascherano, Pique, Puyol (Dq. 90 Abidal), Xavi, Busquets, Iniesta, Pedro (Dq. 90 + 2 Afellay), Villa (Dq. 74 Keita), Messi.
REAL MADRİD: Casillas, Arbeloa, Carvalho, Albiol, Marcelo, Diarra, Xabi Alonso, Kaka (Dk. 60 Mesut Ozil), Di Maria, Cristiano Ronaldo, Higuain (Dq. 55 Adebayor)
GOL: Dq. 54 Pedro (Barcelona), Dq. 64 Marcelo (Real Madrid)
Qertên Zer: Pedro (Barcelona) Carvalho, Diarra, Xabi Alonso, Marcelo, Adebayor (Real Madrid)