logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

'Demsala Gergedanan' a Qubadî hat

Derhênerê kurd Behmen Qubadî vê carê bi fîlmekî nû hat: "Demsala Gergedanan". Fîlmê "Demsala Gergedanan" (Rhino Season)

  • Dîrok: 26/10/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Derhênerê kurd Behmen Qubadî vê carê bi fîlmekî nû hat: "Demsala Gergedanan". Fîlmê "Demsala Gergedanan" (Rhino Season) ku îro ket vîzyonê ji bo Qubadî jî girîng e lewre Qubadî yekem car fîlmekî li derveyî Îranê dikişîne.

Derhênerê kurd Behmen Qubadî ku heta niha bi fîlmên wekî "Heyama Hespên Sermest", "Stranên Welatê Dayika Min", "Kûsî jî dikarin bifirin" û "Nîvê Heyvê" derketibû pêşberî sînemahezan, Festîvala Cannesê jî têde li gelek festîvalên navneteweyî xelat girtibû, li Îranê sazkirina fîlman ji bo wî hatibû qedexekirin. Di heman demê de rewşa girtina Qubadî jî derketibû holê loma Qubadî ji Îranê derketibû û êdî venagere. Piştî vê kêliyê wî niha yekemîn fîlmê xwe kişand (di heman demê de yekemîn car li derveyî Îranê film dikişîne) û ew fîlm îro dikeve vîzyonê.

Du agahiyên din jî ev in ku Qubadî fîlm li Tirkiyeyê bi şirîkatiya BKM (Yilmaz Erdogan) kişand ku ev yek li xweşa hin sînemagerên kurd neçû, hin kurdên ku ji Erdogan aciz in jî bi çavekî neyînî li meseleyê nêrîn. Yek ji agahiyan jî, di fîlm de lîstikvana navdar a îtalî Monica Belluci dilîze. Her wiha lîstikvanê efsanevî yê Îranê Behrûz Vossûqî piştî 35 salan careke din bi hewla Qubadî derdikeve pêş ekranê. Dema mirov van agahiyan hemûyan dide berhev encama vîzyonê ku derkeve balkêştir dibe.

Mijara fîlm ji bûyereke rastîn hatiye girtin: Fîlm, çîroka helbestvanê îranî Sahel Farzan ku piştî 30 sal ji girtîgehê derdikeve pêşkêş dike. Berî 30 salan ji zarok û jina wî re hatiye gotin ku helbestvan hatiye kuştin; Ew jî, dema ji girtîgehê derdikeve tê Stenbolê ji bo lê bigere û zarok û jina xwe bibîne. Fîlm demên pêş û demên piştî berdanê yên helbestvan nîşan dide. Kesê jiyana Sahel jî, ya jina Wî jî tevlihev kiriye heman xal e "Evîn".

Çend roj berê li Tirkiyeyê fîlm ji bo endamên çapemeniyê hat nîşandayîn. Di nav rexnegirîn sînemayê yên Tirkiyeyê de dubendiyeke derket holê: Yên ku ji fîlm hezkirin, yên ku ne ecibandin jî derketin holê.

Fîlmê ku 26'ê mehê ket vîzyonê di serlîstikvaniya wî de Behrûz Vossûqî, Monica Belluci, Yilmaz Erdogan hene.


Kunye:
Rhino Season / Demsala Gergedanan
Sazkar: BKM Film
Derhêner: Behmen Qubadî
Senaryo: Behmen Qubadî
Derhênerê Dîmenê: Touraj Aslani
Vesazkirin: Valérie Loiseleux
Cure: Romantîk - Dram
Vesazkirina Deng: Thomas Robert
Mîksaja Deng: Stéphane de Rocquigny
Muzîk: Kayhan Kalhor
Format/ Dirêjahi: 35 mm, rengîn, 93 deqîqe
Ziman: Farisî, Tirkî, Îngilîzî
Sala Kişandinê: 2012
Lîstikvan: Behrûz Vossûqî, Monica Belluci, Yilmaz Erdogan, Caner Cindoruk, Beren Saat, Arash Labaf, Belçim Bilgin, Ahmet Mumtaz Taylan

**

Ji bo temaşekirina fragmanê bitikînin: DEMSALA GERGEDANAN

***

Fîlmên din ên vê hefteyê:


Her wiha vê hefteyê du fîlmên din jî di vîzyonê de ne:


Asterix et Obelix: Au Service de Sa Majeste - Asterîks û Oburîks li ser peywirek veşarî ne
Derhêner: Laurent Tirard
Lîstikvan: Gerard Depardieu, Edouard Baer, Guillaume Gallienne, Vincent Lacoste

Cloud Atlas - Atlasa Ewrê
Derhêner: Tom Tykwer, Andy Wachowski, Lana Wachowski
Lîstikvan: Tom Hanks, Halle Berry, Hugh Grant, Hugo Weaving

 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mehmud Lewendî, sersaxî û çend pirs

ad

Çend baro Roja Ziman pîroz dikin

ad

Ji wêjeya dinyayê 3 pirtûk ji bo kurdî hatin wergerandin

ad

Ji sporê 3 nûçeyên derketin pêş

ad

Mebûsên HEDEP'ê dovîzên ji bo zimanê zikmakî bilind kirin

ad

Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname