QAMİŞLO
Rayadarên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) diyar kirin ku ew li bajarê Qamişlo, di sala nû ya xwendinê de li 65 dibistanên bajêr û gundên herêmê perwrdeya zimanê kurdî dê bidin.
Bi munasebeta vekirina dibistanan û destpêkirina sala nû ya xwendinê, SZK'ê diyar ku saziya wan dê li 65 dibistanên bajêr û gundên herêma Qamişlo, perwerdehiya zimanê kurdî bide.
Rayedarên SZK'ê destnîşan kirin ku dê 200 mamostayên zimanê kurdî bikevin dersan. Her wiha li taxa Hilêliyê 6, Xerbî 6, Kornêş 12, Enteriyê 8, Qudûr Beg 11, Qanat Elsiwês 7, bajarokê Giresor 5, Girbawî 5, Hîmo 4 û gundê Nîf jî li dibistanek dê dersên zimanê kurdî bêne dayîn.
ANHA