Diyarname
Hunermendê îranî Cavit Murtezaoglu ku ev çend sal in wekî penaber li Tirkiyeyeyê bû ji ber vîrusa koronayê wefat kir. Murtazaoglu 10'ê meha borî bi vîrusê ketibû, piştî çend rojan rewşa wî giran bûbû û ev nêzî 20 rojan bû di beşa nexweşên giran de dihat dermankirin lê îro wefat kir.
Cavît Murtezaoglu kî ye?
Hunermend Cavît Murtezaoglu li bajarê Tebrîzê yê Îranê hatiye dinê. Li wir dest bi karê muzîkê kiriye. Di ciwaniya xwe de hem wekî solîst hem jî mamosteyhe muzîkê kar kiriye. Li gelek cihan dersa muzîkê da, xebata muzîkê pêşkêş kir û bi vê yekê li dinyayê hat nasîn. Murtazaoglu li Bakuyê konservatuar xwend û bi vê re li wir bi cih bû.
Piştî vegeriya Îranê album derxistin, li ser felsefeyê nivîs nivîsîn, li Îran, Avustralya, Azerbaycan, Almanya û Tirkiyeyê li ser felsefeyê semîner dan.
Murtezaoglu piştî li Îranê ceza lê barandibû ji wir veqetiya bû û ji sala 2004'yan ve hatibû Tirkiyeyê û serî li penaberiyê dabû. Çîroka wî ya bi cihbûna li Stenbolê gelek dom kir. Di sala 2013'yan de ji bo karek çû emniyetê lê emniyetê jê xwest ku di 15 rojan de Stenbolê terk bike. Emniyetê jêre gotibû ku divê here Boluyê. Çîroka penaberiyê û rewşa wî her wisa dom kir.
Hunermend Cavit Murtezaoglu demek di TRT'ê de li ser muzîkê bername çêkir. Li Stenbolê ligel hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê gelek kar kir, konser dan. Her wiha ligel solîsta Kardeş Turkuler Feryal Oney albumek derxist. Her wiha wî demek li Zanîngeha Beykentê dersên şan-solfejê dan. Ji bilî vê di atolyeyên taybet de jî dersên şanê dan.