Orkestraya Philadelphia ya DYA'yê ku li dinyayê navdar e îflasa xwe eşkere kir.
Serokê Lijneya Rêveber a Orkestrayê Richard Worley piştî di civîna lijneyê de axaftineke hestiyar kir, ragihand ku li Philadelphiayê serî li dadgeha îflasê ya federal daye.
Worley got ku orkestra tengasiya aborî dikişîne û ew dikin ku vê meseleyê hel bikin.
Lê tê gotin ku digel serî li îflasê dane jî dikin ku orkestraya 111 salî bidin jiyandin. Ji bo rizgarkirina Orkestraya Philadelphiayê dê kampanyayeke berhevkirina alîkariyê bidin dest pê kirin.


