Diyarname
Îsal Xelata Nobelê ya Tibê 6'ê mehê, ya Wêjeyê jî 9'ê mehê dê bê diyarkirin. Vaye roja diyarkirina xelatan:
Akademiya Swêde her sal xelatên Nobelê di şeş waran de dide. Li gor vê yekem xelatgir di 6'ê vê mehê, xelatgirê dawî jî dê 13'ê mehê diyar bibe.
Xelatên NObelê di warê Tib, Fizîk, Kîmya, Wêje, Aştî û Aborî de tê belavkirin.
Li gor agahiya Akademiya Swêdê roja diyarkirina kesên ku xelata Nobelê girtiye dê bi vî rengî e:
- 6 Rezber, Duşem: Xelata Nobelê ya Tibê
- 7 Rezber, Sêşem: Xelata Nobelê ya Fizîkê
- 8 Rezber, Çarşe: Xelata Nobelê ya Kîmyayê
- 9 Rezber, Pêncşem: Xelata Nobelê ya Wêjeyê
- 10 Rezber, În: Xelata Nobelê ya Aştiyê
- 13 Rezber, Duşem: Xelata Nobelê ya Aboriyê.