Diyarname
Kovara Nûbiharê hejmara xwe ya 156'an a bihara 2021'ê pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Di kovarê de gelek nivîsên cur bi cur cih girtine.
Lêikolîner Rohat Alakom di vê hejmarê de bi nivîsa "Kurd: Neviyên Nûh" cih girtiye. M.Zahir Ertekin li ser "Şahbanûya helbesta modern a kurdî: Diya Ciwan û zikama evîna wê" nivîseke li ser helbestvan Diya Ciwan nivîsiye.
M.Sadik Varli jî li ser "Serdihlata Bidlîsê çawa dest pê kiriye?" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Her wiha Abdurrahman Benek jî berê xwe daye kurdên Qazakistanê. Benek bi sernavê "Berbangan Kurdên Qazakistanê" ji gelek aliyan ve agahiyên li ser kurdên Qazakistanê pêşkêş kirine. Prof.Dr.Kinyazê Îbrahîm ku çend roj berê mir jî di nav nivîsê de cih girtiye.
Ji nivîsên din nivîskarê kovarê Murat Celalî jî li ser "Zûgotinokên Kurdî û Taybetiyên Wan" nivîsiye.
Li aliyê din kovarê nivîs, helbest, çîrok, hevpeyvîn û lêkolînên van kesan di vê hejmarê de belav kirine: Rojen Barnas, Musa Anter, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Melayê Cizîrî, Kenan Soylemez, Sidîq Gorîcan, Mele Mihemedê Kêrsî, Abdullah Oncekan, Hanifi Taşkin, Ziver Îlhan, Bamed Serdar, Salih Kevirbirî, Netice Altun Demir, Ahmed Arif, Emîn Xursî, Rahmettullah Karakaya, Evdî Hesqera, Sabahatin Ali, Zeynep Çelik, Kevok Mizgîn, Dîno Buzattî, Evdilxaliqê Îsa, M. Zana Karak, Elî Kemal Bapîr, Azad Rêbiwar, Rûbar Elî, Vehbî Vural, Rêzan Diljen, Mele Feysel, Ebru Yilmaz, Mela Tahirê Tetwanî, Dilazad A.R.T., Seyîd Demîrkiran
Ji bo têkiliyê:
Tel: 0212 519 00 09
www.nubihar.com