ABDURRAHMAN GOK / HESEKÊ
Hesekê di dema rejima Baas de navenda herêma Cizîrê bû. Bi gelheya xwe ya nêzî 400 hezarî bajarê herî qerebalix bû. Hesekê ji hêla erdnîgarî ve jî cihekî stratejîk e û ji ber ku navenda herêma Cizîrê bû dewletê hema hema hemû rê ji vî bajarî daye dest pê kirin. Ango Hesekê di navbera Reqa, Dêrezor, Qamişlo, Til Koçer û Serêkaniyê de ye û hemû riyên diçin van navendan di Hesekê re derbas dibin. Li vî bajarê mezin ereb, kurd û asûrî di nav hev de dijîn. Tê gotin ku gelheya bajêr ji sedî 50 ereb, ji sedî 40 kurd, ji sedî 10 jî asûrî ye. Çemê Xabûr di nava vî bajarî re derbas dibe; lê di mehên havînê de ev çem ziwa ye. Genim, pembû û ceh hilberînên sereke yên Hesekê ne. Hesekê li gor bajarê Cizîrê yên din pêşketîtir e.
Hesekê ne tenê ji bo rejima Baas, her wiha ji bo Şoreşa Rojava û çeteyên DAIŞ jî cihekî girîng e. Çeteyên DAIŞ'ê ku piştî kete Musilê û ji vir çekên giran desteser kir xwest destpêkê cihê ku şoreşê lê dest pê kiribû ango Kobanê bixîne. Piştî rastî berxwedaneke bêhempa hat û êrîşên wan yên hovane şikestin, îcar berê xwe dan Hesekê. Ger Hesekê bihata girtin dê ji Til Temir bigire heta Qamişlo êrîş pêk bihatana. Dîsa dê Dêrezor, Reqa, Qamişlo, Til Koçer û Serêkaniyê bixistana bin qontrola xwe. Dê dewlemendiyên binerd û sererd yên Cizîrê bihatana talankirin. Çeteyên DAIŞ'ê di dawiya meha tîrmehê de piştî li Kobanê şikest bi carekê re berê hêzên xwe da Hasekê. Ji ber ku gelheya vê navenda mezin bi gelemperî ereb bû, hêvî dikir ku zû vê derê bixîne. Ji ber vê jî destpêkê êrîşî Tugaya 21'emîn a rejimê kir û xwest di nava bajar de aloziyekî biafirîne. Çeteyên DAIŞ'ê li Musila ku radestî wan hatibû kirin moralek girtibû, digot qey dê bi vê moralê Şoreşa Rojava jî têk bibe. Lê YPG'ê û Asayîşa Rojava ev planên wan pûç kirin. Lewre piştî Şoreşa Rojava hêzên kurd li Hesekê jî ji bo parastina gel dest bi kar û xebatê kiribûn û di salek û nîva dawî de YPG'ê li ser ji sedî 25'ê Hesekê bûbû hakim.
Li Hesekê xeleka parastinê
DAIŞ destpêkê di dawiya meha tîrmehê de dema êrîş bire ser Hesekê li derdora bajêr 4 cihê stratejîk yên wekî Navenda Ceyranê (Karebe), Girtîgeha Hesekê û 2 noqteyên leşkerî ji destên Rejima Baas derxist. Rojek pişt re hêzên YPG'ê û Asayîşa Rojava li dijî DAIŞ'ê çalekiyeke şoreşgerî pêk anîn û ev her 4 navendên desteser kirî ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Lewre ger ev der di destên wan de bimana dê hêsantir êrîşî Hesekê bikirana. Di vê pevçûnê de 3 şervanên YPG'ê şehîd ketin, bi dehan çeteyên DAIŞ jî hatin kuştin. Li ser vê yekê li derdora bajarê Hesekê YPG û Asayîşa Rojava dest biavakirina korîdoreke parastinê kirin. Li derdora Hesekê xelekeke parastinê çêkirin. Piştî bi gelemperî kontrola Hesekê kete destên YPG'ê û Asayîşa Rojava, di hundirê bajêr de bi gelemperî aramî hat tesîs kirin. Ji bilî taxa Xuwêran ku hê jî dem dem çete ji vê derê bi çekên giran êrîşî gel dikin; taxên din hemû, yên wekî Ezîziye, Telaya, Salihiyê, Miftî, Til Hecer, Nasra, Kelasê, Xişma, Tara Eskerî, Mişêrfê, Xirbê Camûs, Micercia, Miridyan û yên din di bin kontrola Asayiş û YPG'ê de ne. Bê navber dewriyeyên Asayîşê li van taxan digerin û nobetê digirin.
Parastina hevbeş parastina Rojava dike
Çeteyên DAIŞ jî ji ber nikarin bikevin nava bajêr ji derveyê Hesekê bi çekên giran bê ser û ber bajêr bombebaran dikin. Hema hema her şev bi vî awayî êrîşên xwe berdewam dikin. Ji ber ku di şerên rû bi rû de tim têk diçin li Hesekê heya ji wan tê, bi YPG'ê re nakevin şerê rû bi rû. Carinan YPG dest bi operasyonan dike û darbeyan li çeteyan dixe.
Di hundirê Hesekê de serok eşîrên ereban û malbatên mezin jî piştî êrîşa DAIŞ hat şikênandin bi YPG'ê re rûniştine û kêfxweşiya xwe anîne ziman. Heya gelek ciwanên ereb jî ji bo di nava YPG û Asayîşê de cih bigirin her roj serî li navendan dixin. Dîsa hemwelatiyên asûrî jî di nava YPG'ê de tabûreke xwe ava kirine. Destpêkê bi navê Sotoro li Dêrikê piştre li Qamişlo, Tirbesipiyê û herî dawî jî li Hesekê asûriyan asayîşa xwe ava kirin. Ew bi Asayîşa Rojava re hevbeş parastina Rojava dikin.
Saziyên jiyana nû hatine avakirin
Li bajêr bi dehan avahiyên YPG û Asayîşê, şaredarî, dadgeha gel, mala gel, çand û huner, saziya kar û bar, saziya tenduristiyê, Konfederasyona Xwendakarên Zanîngehan, Ciwanên Şoreşger, navendên Yekîtiya Star, Navenda Pêjiyaniyê, Saziya Biratiya Gelan, nexweşxane, Akademiya Nûrî Dêrsim, ragihandin û hwd. bê navber kar û xebatên avakirina jiyana nû dimeşînin. Ji bilî taxa Xuwêran li hemû taxên Hesekê Asayîş 24 saetan dewriye digere. Li nava bajêr jiyana rojane berdewam dike, hemwelatî dikanên xwe vedikin û karên xwe yên kirîn û firotinê rojane di bin ewlehiyê de pêk tînin. Li derdora Hesekê noqteyên ewlehiyê hatine ava kirin û li van deran ji bo pêşiya wesayîtên teqemeniyê were girtin her wesayît têne kontrol kirin. Di rojên pêşî de dema YPG li gelek deveran noqte ava kirine li hemberî wan her çiqas çalakiyên teqemeniyê pêk hatibin jî ev teqemenî bi ser neketine.
Dizî ji sedî 80'ê kêm bû
Piştî YPG û Asayîşê, kontrola bajêr bi gelemperî xistiye destên xwe tê gotin ku diziya li bajêr ji sedî 80 kêm bûye. Her wiha pêşiya kesên ku ji bo fîdye mirov direvandin û alîgir û endamên DAIŞ bûn, hate girtin. Niha ji nava bajêr tu kes nayê revandin. Dîsa bi sedan seyare dihatin dizîn. Çete diketin pêşiya seyareyan û bi çekan ew disekinandin. Wesayîtên ku didizîn jî tev dibirin taxa Xuwêran. Bi sedan seyare bi hezaran motorbisiklêt hatine dizîn. Yên ku nedana û li ber xwe bidana jî dihatin kuştin. Dîsa piştî YPG'ê û Asayîşê kontrola bajêr xiste destên xwe bûyerên haşhaş û fihûşê jî bi gelemperî kêm bûn.
Niha YPG û Asayîşê, derdora taxa Xuwêran jî girtiye û dibêjin ku dê di demeke nêz de vê taxê jî rizgar bikin. Endamên asayîşê li ser nexşeya Hesekê noqteya ku di destên DAIŞ'ê de ye nîşan dide û dibêje ku derdora çeteyan hatiye dorpêç kirin.
(DÎHA)
***


