Diyarname
Di Şanoyên Dewletê de ji bo roja 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Dinyayê lîstik bê pere têne pêşkêş kirin.
Li Tirkiyeyê bi giştî 26 lîstik dê bê perebêne pêşkêş kirin ku hin ji wan li bajarên kurdan dê bêne pêşkêş kirin. Kesên bixwazin dikarin ji 14'ê mehê û pêde herin Şanoyên Dewletê û vexwendnameyên xwe bê pere bigirin.
Li bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Bursa, Konya, Sêwas, Antalya û hwd. lîstik têne pêşk^şe kirin.
Her wiha li Amedê li Sehneya Orhan Asena de lîstika "Gorunmeyen", li Erzermê lîstika "Asiye Nasil Kurtulur", li Wanê "Masanin Altinda" tê pêşkêş kirin.