Diyarname
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo hevdîtinan hat Herêma Kurdistana Federe û ligel rêveberan hevdîtin pêk anî.
Macron li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayeq civiya.
Di hevdîtinê de Macron got ku hatina wî ji bo Kurdistanê peyamek e û Fransa dest ji dostên xwe bernade. Macron qala rola kurdan da li dijî çeteyên DAIŞ'ê aniye ziman. Her wiha Macron li ser Şengalê jî gotiye, "Li ser Şengalê em ligel Herêma Kurdistanê di nav kordînasyonê de ne." Li gor bernameyê gere Macron biçûya Şengalê jî lê ew beşa bernameyê hat betalkirin.
Her wiha Macron û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî jî ber êvarkî li hev civiyan. Piştî civînê Macron ligel malbata pêşmergeyê şehîd Hucam Surçî jî hevdîtinek pêk anî. Çeteyên DAIŞ'ê serê Sûrçî jê kiribûn û ew şehîd xistibûn.
Di bernameya xwe ya li Iraqê de Macron çû Misûlê û ligel oldarên mesîhî hat ba hev. Macron çû serdana hin dêr û cihên dîrokî.