Diyarname
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) li ser rojnamegerên ku li Enqere û Stenbolê hatin girtin daxuyaniyeke weşand û reaksiyonên tûj nîşan da.
RSF'ê xwest ku rojnameger "bêşert" û "bilez" bêne berdan.
Di 18'ê reşemiyê de di çarçoveya operasyonên Ergenekonê de polîsan avêtibû ser OdaTV û Soner Yalçin girtibû.
Dûre roja 3'yê adarê jî Sait Kiliçê ku ew jî xebatkarê OdaTV ye û rojnameger Ahmet Şik û nedim şener jî di encama avêtina ser malên wan de hatibûn binçavkirin.
Rojnameger meşiyan
Li hemberî hewldana li ser çapemeniyê ya rayedarên dewletê û ji bo piştgiriya bo Şik û Şener û rojnamegerên din roja 4'ê mehê li Enqere û Stenbolê bi hezaran rojnameger meşiyan.
Rojnamegeran pankartên "Îro Ahmet, sibê kî?" "Em naxwazin rojnameger di girtîgehê de bin" vekirin.
Hin rojnamegeran ji bo şermezarkirinê bi bandeke reş devê xwe pêçan.