Amed
Newroza Amedê ku bi şîara "Rêberê Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" tê pîrozkirin dest pê kir. Ji serê sibê de gel ber bi qada Newrozê ve herikî.
Vane notên ji Newroza Amedê:
- Şaredarî ji bo çûyîna Newrozê otobusên şaredarî eyar kiribû. Hin bi wan, hin bi erebeyên xwe yên taybet û kesên nêz jî bi peya ber bi Newrozê ve herikîn.
- Rengên kesk, sor û zer li kuçeyên Amedê heta qada Newrozê xemilandin.
- Li qadê li pênc cihên cuda lêgerîn hebû, pêşî polîsan dûre peywerdarên komîteya amadekar (komîteyê 5 hezar kes ji bo ewlehiyê peywirdar kirine) kesên dihatin li ser wan lêgerîn dikir û ew dişandin qadê.
- Li ser dikê bi zaravayên kurdî pankartên "Newroz pîroz be" hatin daliqandin. Pêşî polîsan ji bo posterên Ocalan astengî derxistin lê nekarî bi temamî pêşî lê bigirin.
- Li dora qadê gelek ambulans û erebeyên îtfaiyeyê amade ne..
- Wekî salên din îsal jî ji zarokên 7 salî heta mezinên 70 salî her kes li qadê ye.
Pêşî li ser navê komîteyê Hafize Îpek axivî. Dûre Hevşaredarên Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak axivîn.
"Em silavan ji bo Kobanî, Şirnex, Hewlêr û Mehabadê dişînin"
Anli wisa got: "Gotin 'Îro li Amedê tirs heye, li Amedê dê Newroz pîroz nebe, kes dernekeve qadan'. Lê we guh neda wan. Hezar carî mala we ava. Careke din bi sed hezaran kesî qada Newrozê pîroz kir. Em ji vir ji bo Kobanî, Şirnex, Hewlêr û Mehabadê silavan dişînin."
Anli got ku em dizanin piştî her tarîtiyê ronahî ye û înşela dê azadî be jî. Her wiha Anli diyar kir ku kurd dîroka xwe bi xwe dinivîsin û ev yek lê zêde kir: "Em şehîdên xwe bibîr tînin. Înşela dê parçeyên welatê me dest bidin hev û bigihîjin azadiyê. Em bi gelê xwe bawer in. Newroz pîroz be."
"Em hêvî û aştiyê temsîl dikin"
Kişanak jî silav li Mazlum Dogan, Zekiye Alkanan kir û got: "Gelek canên ku me dan axê hene. Ez wan hemûyan bi hurmet bibîr tînim. Ez destên hemû dayikên me yên hatine vê qadê maçî dikin. Hêviya me mezin e, hêviya me azadî ye. Emê miheqeq di pêşerojê de vê bînin cih. Serî tewandina li hemberî zilmê li me nakeve. Em hêvî û aştiyê temsîl dikin. Em Amed in Amed."
"100 sal in dixwazin kurdan biçewisînin"
Hevseroka KCD'ê Gulistan Kiliç Koçyigit jî axivî, diyar kir ku ligel qedexeyan jî ew xwedî li Newrozê derketine û derketine qadan. Koçyîgît got ku di Newroza 2013'yan de li dikê nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye xwendin, bi mîlyonan kesî anîn ziman ku ew li pey vî îradayê ne û wiha dom kir: "Ji ber aştiyê aciz bûn. Ji bo ku nelirêtiyên xwe bidomînin biryara şer dan. Ev şer li Tirkiye û Kurdistanê pêk tê. 100 sal in dixwazin kurdan biçewisînin. Em dizanin ku ev polîtîka di salên 90'an de çawa hate pûçkirin îro jî em dev ji têkoşînê bernadin û em ê bernedin jî."
- Piştî Newroz xilas bû, bi Bi hêdî hêdî belavbûna gel re polîsan xwest ciwanên posterên Ocalan vekirine bigirin bin çavan. Gelê derdorê mudexele kir. Xirecir derket, polîsan gazên çavsotîner avêtin...