Diyarname
Di sala 1943'yan de bi fermana Orgeneral Mustafa Muglali 33 kurd hatibûn kuştin. Li heman cihî, li Qişleya Leşkerî ya Ozalpa Wanê navê Mustafa Muglali lê kiribûn.
BDP'ê gelek caran xwest ev navê vê qişleyê bêguhartin lê fêde neda.
Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî di gera xwe ya Wanê ya par de wisa gotibû: "Ez ji serokwezîr rica dikim vî navî biguherînin."
Di vê kêliya ku hilbijartinê 2011'an nêz bûne de Serokê AK Partî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Serfermandarê Artêşê Koşaner re axivî û got vî navî biguherînin.
Li gor nûçeya Radikalê ku îro hatiye weşandin çavkaniyên Serfermandariyê gotine ku li ser vê yekê agahiyeke di destê wan de nîn e.
Wekî agahî: Di sala 2004'an de tabûra sînor a li Ozalpa Wanê nav guhart û navê Qişleya Orgeneral Mustafa Muglalê li hate kirin.
Ahmet Arîf li ser vê bûyera kuştina 33 gundiyên kurd helbesta "33 gule" nivîsandibû û ev helbest paşê ji aliyê gelek hunermendê kurd ve wekî stran hate xwendin.
Nivîskar Gunay Aslan jî li ser vê bûyerê pirtûkek nivîsandibû û çap kiribû ku bi tirkî bû. Pirtûk ji aliyê Dawud Rêbiwar ve ji bo kurdî hat wergerandin û niha pirtûk li ber çapê ye.
Orgeneral Mustafa Muglali