Amed
Şaredariya Surê ya Amedê, li 2 cihên ketinên bajarê Amedê tabelayên bi 4 zimanan ên bi kurdî (kurmancî û dimilîkî) tirkî, ermenî û sûryanî ku bi van zimanan "Hûn bi xêr hatin bajarê me" nivîsandiye çikand.
Şaredariya Surê di çarçoveya xizmetên şaredariya pirzimanî de piştî navên gund, tax, kolan û Mala Çandê ya bi 3 zimanan niha jî tabeleya bi 4 zimanan a li ser "hûn bi xêr hatin bajarê me" nivîsandinne çikand.
Tabelayek li Bajaroka Çarikliyê ya li ser riya bejayî ya Amed û Mêrdîn ya din jî li Gundê Til Elo ya li ser riya bejayî ya Amed û Farqînê hatiye çikandin.
Di tabelaya li ser riya Amed û Mêrdînê de bi tirkî, kurdî û suryanî, di tabelaya li ser riya Amed û Ferqînê de jî bi tirkî, kurdî û ermenî nivîs haten nivîsandin.