Abdulaziz Ogur
Di qadekê de, hewldana domandina hebûna xwe ya du pîvan, nêrîn an prensîbên dijber mîna “Dûalîzm” tê binavkirin. Her çiqas di qada felsefeyê de mîna ku cara yekemîn ramyarê Yewnan Anaksagoras nav li vê pîvanê kiribe û paşê bi tezên Descartes hatibe berfirehkirin jî destpêka vê felsefeyê xwe disipêrê ola Zerdeşt.
Ji ber ku mîna ola yekemîn, Zerdeştî li ser binegehekî dualîst ava bûye. Li aliyekî sembola başî, rastî û xweşikiyê Ahûra Mazda (Mîtra) li aliyê din hêza dijberî van Ehrîman. Her kêliya jiyanê bingehê xwe ji encama têkoşîna van her du hêzan şek û şêwaz digire.
Jiyana mirov û asta mezinbûna mirov li gor têkoşîna li hember aliyên kesayeta xwe yên mîna şopên Ehrîman wekî xirabî, zeîfî tê binavkirin e.
Mirovê derdikeve qada Ahûra Mazdayê ku di vê têkoşîna li hember xirabiyê de bi ser ketiye û bi giştî ji bandorên wê safî bûye ne. Kîlîda vê felsefeyê jî di gotina Zerdeşt a "Baş bifikire, baş biaxive, baş bixebite"de ye.
Ev felsefe di heman olan de bi şêwazên cuda xwe dide der. Îslamê -ku mîna ola dawî tê qebûlkirin- ev fîgurên heyî mîna 'Deccal û Mehdî' sembolîze kirine.
Di Quran ê de qal nake bêhtir di hedîsan de derbas dibe û mîna rîwayetekê ye.
Ev rîwayet mîna îmtîhana herî mezin û herî dawî ya bawermendan jî tê qebûlkirin. Ev rîwayet jî wiha ye: Di dema axirzeman de Deccal mîna nîşaneyeke nêzîkbûna qiyametê radibe. Bi her şêweyî hestên mirovan ên olî îstîsmar dike. Her wiha dewlemendî û hêzeke bêhempa li gel heye. Bi riya îstîsmarkirina hestên olî mirovan ji manewiyatê dûr dixe û her ku diçe hêza xwe zêdetir dike. Piraniya mirovên serdemê jî ji cazîbeya dewlemendî û hêza Deccal bandor dibin û didin pey Deccal ê ku xwe êdî mîna 'Xweda' binav dike.
Wekî biwêj di zimanê Kurdî de 'Sifra Deccal' jî xwe disipêre vê rîwayetê. Sifreyeke ku ji hemû teamên dinyayê tije tê danîn û li pêşberî wê sifreyê nuqteya dawî ya têkoşîna mirov bi nefsa xwe re dest pê dike. Yên diçin ser sifreyê derbasî aliyê kufrê (dibin ehlê kufrê) dibin, yên tevî birçîbûnê karin nefsa xwe kontrol bikin û naçin ser sifreyê mîna ehlê îmanê bi buhiştê tên xelatkirin.
Li hember Deccal jî Mehdî têdikoşe û beramberî hêz û dewlemendiya Deccal bi dest xistî Mehdî bi bilêvkirina heqanetê tevdigere. Di encamê de Deccalê ku xwedî hêza bêhempa xuya dike têk diçe, yên hicûmî sifreya wî kirîn jî dibin ehlê kufrê.
Dîsa di hedîsan de kesayeta Deccal wiha tê nîşandan û tê gotin ku edaleta îlahî biryar daye ku Hz. Îsa careke din tê cîhanê û bi destê xwe Deccal dikûje. (kuştina Deccal a bi destê Hz. Îsa ku sembola hûmanîzmê ye dibe ku ji bo kirêtiya Deccal baş raxin ber çavan hatibe gotin) Bi têkçûna Deccal re serdema Mehdî dest pê dike.
Di kurdî de wekî biwêj ev yek mîna, 'Dinya bû Mêhdî' tê bikaranîn. Wekî serdemeke aştî, xweşbînî û paqijiyê ya bi mînaka, 'pez û gur bi hev re diçêrim' tê formûlekirin.
Jiyan bi xwe têkoşîna Mêhdî û Deccal e tevî ku ev wekî bûyereke di dema axirzeman de dê pêk were, hatiye nîşandan jî dîsa di hedîsan de tê gotin ku Hz. Mihemed ji eshabiyan re gotiye, eger di dema wî de Deccal were ewê derfetê nede ku mirovekî jî bixapîne, lê eger piştî wî were dinyayê ji ûmeta xwe xwestiye hemû li hember xapandina wî şiyar bin û nefsa xwe biparêzin. Heta di hadîsekê de jî tê gotin ku Hz. Mihemed gotiye piştî 30 Deccal werin dinyayê wê qiyamet rabe.
Eger ev hedîs ji aliyê felsefîk ve werin şîrovekirin dê rehet were dîtin ku di rastiyê de her kêliya jiyana mirov qada têkoşîna Deccal û Mehdî ye. Ji destpêka dîrokê heta niha xirabiyên heyî encamên serkeftina Deccal -aliyên mirov ên Deccalî- û tiştên ji mirovahiyê re bûne mal ên mîna nirxên gerdûnî jî serkeftina Mêhdî -aliyê mirov ê Mêhdî, Mîtra an heqaniyetê- ye.
Deccal û Mehdiyên îro her gel, her bawerî, her beşê civakê û her mirov parçeyekî vê têkoşînê ye. Lewra em dikarin rewşa siyasî ya heyî jî wekî muharebeya dawî ya vê têkoşînê bi nav bikin.
Di roja me de kurd ji bo azadî, aştî, demokrasî û mafên xwe yên xwezayî têdikoşin. Ji rastiya wan, sedemên mafdar û hêza wan a manewî pêde tiştekî din tune ye. Li hemberî wan, dewleta tirk, hevkarên wê bi AKP'ê re ji bo ku kurd negihin van hedefên xwe tiştek namîne ku nakin. Hestên olî, hestên manewî, heta kurdîtiya ku dixwazin ji holê rakin jî mîna amûr bi kar tînin. Hemû derfetên hêzên navneteweyî, sermayeya kesk û derfetên dewletê bi kar tînin. Sifreyek ji ya Deccal jî 'rengîntir ava kirine û pêşkêşî rewşenbîr, nivîskar hunermend, karsaz û mirovên kurd bi giştî dikin. Ji bo di têkoşîna nefsê de têk herin tiştek namîne ku neyê pêşkêşkirin. Quncikên rojnameyan, ekranên televîzyonan, şîrketên prodiksyonan ji bo TRT 6 'a bi 'zimanê nayê zanîn', îhale, rant û hwd. Yên îmana wan ne kamil, yên êsîrê nefsa xwe yek bi yek ketin bin bandora 'Sifreya Deccal'. Lê li hemberî wê yên di hemû bêderfetiyan de, di demên ku li nanê rojê dimênin heyirî de jî li kolanan, li qadên çalakiyan li ber xwe didin jî hene.
Mînaka dawî ya êrîşkirina sifreya Deccal Şivan Perwer bû. Hem jî bi hêrs û heweseke wisa ku dihesiband bi wî re dê bi hezaran kes biçin ser sifreyê. Lê belê refleksa kurd a 'mehdîwarî' di kêliya yekemîn de ev yek deşîfre kir û Şivan vexwandin 'vegera ji şaşiyê'.
Ji xwe TRT şeş û saziyên din ên girêdayî Deccalên hemdem di nava 3 rojan de rastiya xwe nîşanî Şivan jî dan. Peyama Şivan a dîtbarî ku tê de tiliya xwe li vîna azad a kurd dihejand ji aliyê televîzyonên alîgirên AKP'ê û TRT Şeş ve hatin weşandin. Ala Kurdistan a li pişt Şivan sansur kirin û wisa weşandin.
Gelo dema Şivan ev yek temaşe kir çi hîs kir? Hê bi heman zexeliyê bi heman hêrsê êrîşî îradeya azad a li hember Deccalên hemdem şer dikin diaxive gelo. An difikire ku ketiye rêyeke şaş û çiqas zû jê vegere ew qas baş e...
AKP'ya ku hê zimanê kurdî înkar dike, ala ji rengê kurdan li pişt Şivan jî be sansur dike ji vê keliyê pêde dikare kê bixapîne? Zarokên kurdan jî êdî naxapin.. Lê qaşo rewşenbîr, nivîskar, hunermend hê jî xwe dixapînin. Tevî ku rewş mîna Deccal û Mêhdî zelal e jî...
***
Nivîsên bi mijarê re eleqedar:
- Cemil Oguz: Gelo me Şivan Perwer tehdîd kir?
- Helîm Yûsiv: Çima rûmet û ‘xirûra neteweyî’ li cem hinek nivîskar û hunermendên kurd kêm e?
- Helîm Yûsiv: Hewildanên normalkirina cerdevaniya sipî (1/2)
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Hunermendek û derdorên ne bes e, lê dîsa jî erê
- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?
- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.


