logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Şivan Perwer çi dixwaze?

Demek e dirêj e ku qala hatina Şivan û Tirkiyeyê di rojevê de ye. Ez jî wekî aliyekî vê meseleyê divê li ser daxuyaniya

  • Dîrok: 12/02/2011
  • Beş: Serbest

NÎJAD YARUK

Demek e dirêj e ku qala hatina Şivan û Tirkiyeyê di rojevê de ye. Ez jî wekî aliyekî vê meseleyê divê li ser daxuyaniya wî ya dawî çend gotin bêjim ku hin rastî  eşkere bibin.

Pênc şeş meh berê, ji navenda giştî ya BDP’ê cîgirê serokê giştî telefonî min kir. Ez wê demê serokê BDP’ê yê bajarê Amedê bûm. Got ‘Şivan dixwaze were Tirkiyeyê û ji bo wê jî daxwaza wan a hevdîtinekê heye. Wê menajerê wî were û em dixwazin ku li ser navê partiyê tu pê re biaxivî’.
Min jî got ‘baş e’.
Piştî çend rojan menajerê wî telefon kir. Ez ne xelet bim navê wî Amed Mardîn bû. Randevû xwest, min jî gotê kerem ke were ew jî tevî parêzer Sedat Yurtdaş (wekî nûnerê Şivan Perwer) hatin partiyê. Di hevdîtinê de, berdevkê KCD’ê birêz Cemal Coşkun û berpirsên tevgera çandê jî hebûn.

Li navenda partiya Amedê em li hev rûniştin. Me mafê axaftinê da Amed Mardîn, wî jî daxwaza Şivan Perwer anî ziman û got dixwaze du konseran pêk bîne, yek li Amedê û yek jî li Stenbolê. Piştî sohbeteke dûvedirêj me fêm kir ku bi AKP’ê re jî axivîne û mîsyonekê giran li xwe bar kiriye. Tiştên ku me ji wê axaftinê fêm kir ev bûn. Şivan li Amedê dixwaze ku konsereke girseyî bide. Ji bo vê jî hemû teknîkê ew ê amade bikin. Ji me jî xebatên mayî dixwazin. Li Stenbolê jî li cihekî mezin ê girtî konserek din difikirin. Lê konsera Stenbolê dixwazin bi serê xwe bikin. Ji wî jî dihat fêmkirin ku bi rayedarên AKP û dewletê re hatiye axaftin û li Stenbolê tevî BDP’ê bi beşdariya hemû partî û derdoran dixwazin konserekê pêk bînin.

Li aliyê din dixwest li Amedê pêşwaziyeke xurt pêk were, wekî din jî wekî konferansekê jî daxwaza wî hebû. Li gorî gotina wan wê bang li Danielle Mitterand û Kofî Annan û hin navdarên din ên navneteweyî jî bikin.

Ez bawer im xwendevan kêm zêde, nêzikahiya Şivan fêm kirin. Bersiva min jî ji wan re ev bû. Bi tu awayî em bi AKP’ê re nakevin nav organîzasyoneke wiha. Konsera Amedê û ya Stenbolê nabe ku AKP an jî derdorên di bin tesîra wan de rengê xwe bidinê. Em jî wekî partî rengekî siyasî nadin van konseran. Bes tevgera me ya çandê ji serî heya dawî wê xwedî biryar be û ji bo serkeftina van konseran amade ye ku peywira xwe pêk bîne.

Ji bo konferansan jî me fikrên xwe gotin. Bi kurtasî me got peywirên wiha gel didin kesan an jî saziyan û gelê kurd mîsyoneke wiha nedaye Şivan. Em amade ne ku Şivan wekî hunermendekî pêşwazî bikin û rûmetê bidinê, lê roleke siyasî ya Şivan nîn e. Ji ber vê jî nabe ku em rê bidin çalakiyeke wiha. Şivan nikare xwe peywirdar bibîne ji bo navbeynkariyê ya di nav gelê kurd û dewletê de an jî AKP û BDP’ê de. Min li wir tiştekî din jî got. Min got ku bila Şivan çivan nede xwe û bêyî ku li dû tiştên din bigere bila were û derkeve pêşberî gel. Ev gel ji Şivan şikestiye. Ev konser derfetek e ku Şivan xwe bi gelê kurd bide efûkirin û xwe cardin bispêre rastiya gelê xwe. Piştî van axaftinan hevalên ku hatibûn, gotin em ê ragihînin Şivan û bersivekê bidine we û çûn. Piştî bi demekê Amed Mardîn telefon kir û got, bi Şivan re axaftine û difikirin ku hê zû ye ji bo hatina Şivan. Min jî got baş e û vê rewşê ragihande navendê.

Kêm zêde axaftinên di navbera me de ev bûn. Vê carê Şivan daxuyanî daye û gotiye ez ji kurdan û partiyê şikestî me û xwe amade kiriye ku di TRT 6 de derkeve konsereke zindî. Min jê re wê demê jî gotibû, çivan nede xwe. Destê te ji pereyan nebû. Te hin soz dabû xwînrêj û kujerê gelê kurd AKP’ê. Niha tu mecbûr î ew soza xwe pêk bînî. Ez bawer im ew 2 mîlyon Euro’yê ku soz dabûne te wê zêde jî kiribin, ji te re helal be. Cihê te di nav qoriciyên (cerdevan) çandê de amade ye. Pîroz be li te û bawer bike gelek li bejna te hat.

Di şert û mercên wiha de, di têkoşîna man û nemana gelê kurd de, ev helwesta qaşo hunermend û rewşenbîrên kurd em zêdetir diêşînin. Bes divê em di vir de jî her kêmasiya xwe bibînin. Êdî dema helwesteke zelal û polîtîkayeke hevpar hatiye li hember vê rewşê. Nebe wê hêj gelek serê me bi van kesan biêşê.

Ji Azadiya Welat hatiye girtin

***

Nivîsên eleqedar:

- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.

- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Şivan Perwer î dewşirme

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Êdî Keleha Hewlêrê jî di nav lîsteya UNESCO'yê de ye

ad

Îngilistan de beyray benê a

ad

Şanoger ji bo ‘Xezîneya me gelê me ye’ dilîzin

ad

Di Festîvala Mîstîk de girî bi kemanê xistin

ad

Reya jûyîna ke kovarek kurmancî bi zazakî vejêna

ad

Li ser Kobanî dereweke din!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname