Medenî Ferho
Bed-ayînî, mîrateya xerab e û li bejna bazarbazên TRT 6 tê. Ev mîrateya bedcanî ye û navê wê vîrûsê dewşirmetiyê ye.
Ji bo kurdekî, bikaranîna van gotinan heqaret e. Lê gelek kes li bejna xwe tînin û wekî “tat” digerin. Rejîma nijadperestiya tirk jî, li ser vê bextreşiyê hatiye sazkarkirin. Dabaşa me jî “askarî tar” e û dewşirmetiya kurdên entelektuel e.
Ji sernavê nivîsa min jî tê fêmkirin ku mijara me Îsmaîl, nam-i deger Şivan Perwer e. Hemwelatiyê min e, ji eşira Delmemika, gundê Kefirzê ye. Dewşirmetiya wî, ne nû ye û eger bêje na, em ê li kolanên paytexta YE Brukselê, neynika dara malbatê vekin. Ji ber ku “durcî-dur/qotiya dir/ a rastiyan”, li Brukselê ye. Ev yek.
Ya duyemîn: Mîna gelek rewşenbîr, serokê partiyan, hunermendan, li ser daxwaza wî. min jî, li ser hunera Şivan Perwer nivîsek nivîsî. Berî demeke dirêj bû û gotin ‘wê pirtûkek li ser Şivan Perwer were çapkirin.’ Ez ne şaş bim, Mehmet Aktaş jî, redaksiyona wê pirtûkê kir. Pirtûk derket derneket nizanim. Piştre min dît ku giraniya nivîsa min, ji kiloyên bed-ayînî Şivan Perwer girantir in. Rojek ji rojan, wî bedcanî, li mala min, li ser sifra min, gotinek bikaranî. Hingî jî, min got, “gotinên te ji kîloyên bedena te girantir in.” Ligel min, ew neciwanmêr hingî, sax di gorê de hate veşartin, yanî mir. Ez vê nivîsê li ser mirovê ku ligel min mirî ye dinivîsim.
Ya sêyemîn, dema ku Îsmaîl, nam-i deger Şivan Perwer li Almanya, Wezîrê Karên Kulturê yên AKP’ê Ertugrul Guney ziyaret kir û li ser dika salonê, sembola faşîzma tirkîtiya li ser bingeha dewşirmetiyê hatiye avakirin; strana “memleketîm” got. Hingî bi gewdê xwe re serê xwe jî binerd kir û xwe bi destê xwe veşart. Lê quleke henasê mabû. Îsmaîl nam-i deger Şivan Perwer, ku notayên muzîkê, her dem di rengê pereyan de dibîne, herî dawî, li Almanya alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç ziyaret kir û mêjiyê xwe yê spî, bedena xwe ya zer û lingê xwe yê reş, zimanê xwe, ku li gorî pereyan di şikefta devê xwe de dilivîne û rondikên xwe yên aşûfteyî ku bi canbazî ji kanikên çavên xwe dibarîne, bi giştî kirin mazatê. Îsmaîl, nam-i deger Şivan Perwer. Ew qulika henasê ku di gora xwe de hiştibû jî asê kir. Di dema ku nexşeya Kurdistanê, bi nîşaniyên gorên komî, hatiye xemilandin û yek bi yek termên kurdan derdikevine holê; di hefteya roja reş, yan jî roja qirkirina kurdan, 15’ê Sibatê de, îşareta serketinê “V”iktoria, bi îşareta faşîzma tirkîtiya “Çêlîkên Dêlegûra Asêna” re kire yek. Li gorî agahiyan, hevpeyvina Şivan Perwer jî, wê di 15’ê Sibatê de, di kemîn û davika “rewşenbîrên ketî û “bed-ayînî xerab” TRT 6 de bê weşandin. Ya rastî, di dema ku min ev agahî xwendin, gotinên Şivan Perwer ku ji bo Abdullah Ocalan wekî “methiyê” rêz dikirin, hatin bîra min. Guman dikim ku ew gotinên “methiye” wê ji bo wî, bibin dilojarê û weytî reben!...
Her kesê ku, pêvajoyê dişopîne vekirî dibîne ku Îsmaîl nam-i deger Şivan Perwer, di siyasetê de, di naskirina dijmin û lîstikên dagirkeran de, bi pîvana MED’iyan, 300 “gan”î li pey gelê kurd e. Lewma ew nema dikare bibe amûrê “vekirina” AKP’ê. Êdî kurd nema têne lîstikan û bi hestên xwe jî li bûyeran nanêrin. Xala din, Îsmaîl, nam-i deger Şivan Perwer, ew payeya hunermendî kire xelîtka pereyan û avête derya şikefta Çil Haramiyan.
Tê gotin ku; Îsmaîl nam-i deger Şivan Perwer, bi notayên ku li ser rûdêna “wereq”ên şîn rêz dike û piştre bi siyaseta aşûfteyî re mehr dike; li başûrê Kurdistanê, Dihokê bûye xwediyê qesreke sê qatî; jeepeke bi şifêr jî li devê derî ye, qerwaş jî li hundir lotikan didin. Dîsa tê gotin ku, bi heman siyasetê, qesrek bi gul û gulbijêrkên rengîn jî li Almanya Kolnê çêkiriye. Tê zanîn ku ev tev bi saya Başûr, li ser xwîna şehîdan pêk hatin. Gelo niha dixwaze ku li Çankaya Enqereyê, yan jî li Tarabya Stenbolê bibe xwedî qesreke din? Gelo ev tiştikên erzan, wê nebin kefenê payeberziya hunerî ya Şivan Perwer? Guman têde nîn e, ew bû Îsmaîl ibin filankes û “ebro di hino.” (gotineke Suryanî ye, kurê filankes yanî.) Ji ber ku Îsmaîl nam-i deger Şivan Perwer, di wê kêlîka ku li cem Bulent Arinç, rondikên siyasî ku bêhna “banknotan” jê dihat dibarandin; malbatên windahiyên ku termê zarokên wan di gorên komî de derdiketin, rondikên dilê daxdayî dibarandin. Axîna wan dayikên ku 30 sal in bi hesreta hestiyên tirnalên malê, xort û xezalên çavxezalî ne, ji kesî re namîne.
Ev mîrateya ku bi Mehmed Uzun dest pê kir, bi Firat Cewerî dewam kir, bi Murat Batgî hate şopandin, di vê pêvajoya girîng û dîrokî de bû sêdara Îsmaîlê bi esl û neslê xwe, (bi binyata xwe) Kefirzî. Îcar, Îsmaîl nam-i deger Şivan Perwer, li pêşberî “efendi”yê xwe yê nû, Bulent Arinç hêviyên pêkanîna “orkestreya senfonîk” bi devekî xwar û zimanekî malaqî, lave kir. Balkêş e, zanista wî têra fêmkirina “araban-kurdî”, yanî “beyatî-araban” nake. Ne dizane “sî koma bemol çi ye, ne dizane, mî kêmî bemol, fa kêmî diyezî çi ye”, wê çawa orkestreya senfonîk sazkar bike? Hostayê devşirmetiya ku sîstema “askarî tar”, afirandine, yanî ji zarokên bi zorê dewşirme dikirin û artêşek bê binyat û bêbav derdixistin holê; ne çûkê davikên Şivan Perwer in. Piştî ku wî bi destê xwe hevsar kire serê xwe, lixab kire devê xwe; yekê jê peya bibe, yê din jî wê li ser pişta wî siwar bibe û lingên xwe lê bihejînin.
AKP ku, entelektuelên lîberalên tirk demekê xapandin û di encamê de, du-sê ketiyên kurd jî birin cem xwe, tev jî şemitandin, kirin TAT. Wê Îsmaîl, nam-i deger Şivan Perwer jî, bi heman destîniya bedcaniyê şah bikin. Ji ber ku riya bad-ayinî, mîrateya “maqberî” ye. Dîroka kurd û Kurdistanê bi mînakên wiha dagirtî ye.
medeniferho@hotmailcom
Ji Azadiya Welat hatiye girtin
***
Nivîsên eleqedar:
- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?
- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.