Samî Tan
Stratejiya dewleta tirk a der barê kurdan de her ku diçe zelaltir dibe. Rayedarên dewletê bi tu awayî ne amade ne ku gelê kurd wekî pêkhateyeke serbixwe, wekî hêzeke xwedî vîn û şiyan bipejirînin. Ew dixwazin gelê kurd bi hinek mafên takekesî bixapînin û di encamê de jî ji holê rakin. Ji bo pêkanîna vê stratejiya xwe jî dest davêjin hinek kurdên ku tu hêviya wan a serkeftinê nemaye, lewma gavên xapînok ên dewletê wekî nametekî dibînin. Wan kurdên ku doza Kurdistana serbixwe dikir, niha stûyê xwe li ber rayedarên dewleta Alî Osman xwar dikin, destên xwe li ber dewleta mezin a tirkan vedikin.
Polîtîkaya dewletê ya li hemberî hinek kurdên ku di nav têkoşînê de bi navûdeng bûne, her tim dîmena fîlmên tirkan tîne ber çavên min. Di hin fîlmên tirkan de serlehenga jin û bedlehengek heye, ew bedleheng bi pey serlehenga jin dikeve, heta ku bi dest dixe, her tiştî dike, lê piştî ku bi dest xist, êdî davêje aliyekî. Helwesta rayedarên TRT-6’ê ya li hemberî hinek hunermendên kurd jî bi vî rengî ye. Carinan dema ku ez bala xwe didim rewşa hinekan ji wan nivîskar û hunermendên kurd, ez xemgîn dibim.
Bo nimûne, rewşa Murat Batgî ya di bernameya sersalê de ev dîmena fîlmê tirkan anî bîra min. Batgî hevalê min e, hunermendekî jêhatî ye, lê mixabin rewşa wî ya di bernameya sersalê de trajî-komîk bû. Mînaka din rewşa Şevîn Civakê ya di bernameyeke TRT-6’ê de bû, di axaftina xwe de dîroka xwe, paşeroja xwe bi temamî înkar kir, bi tu awayî qala xebata xwe ya di NÇM’ê de nekir. Jê nehat ku bibêje, em ji ber vê dewleta we ya dagirker reviyan û çûn Rûsyayê.
Piştî ku TRT-6’ê hinek hunermendên NÇM’ê bi aliyê xwe ve kişandin, îcar jî dor hatiye ser Şivan Perwer. Ji bo ku wî li ber çavên gelê kurd reş bike, ji bo ku rik û gira mirovên welatparêz li hemberî wî zêde bike, radibe di Roja Reş de wî derdixe TRT-6’ê. Ji bo ku mirov tiştekî wiha red bike, pêwîst nake ku mirov PKK’î be, bi tenê piçekî kurdînî bi mirov re hebe, bes e.
Tiştê kambaxtir ev kesên piştî ku diçin TRT-6’ê nasnameya xwe ji binî ve red û înkar dikin. Heke ev kes karibin li wê derê jî bi serbilindî doza azadiya gelê kurd bikin, mirov xemê naxwe, lê tiştekî wiha ne pêkan e.
Bo nimûne heke Şivan Perwer karibe di wê bernameya TRT-6’ê de bêbextiya ku li birêz Ocalan û gelê kurd hatiye kirin şermezar bike, wekî kurdekî silavekê ji birêz Ocalan re bişîne, ez ê bibêjim, “Mala te ava!” Lê hikûmeta AKP’ê ya ku mebûsên wê di meclisê de êrîşî mebûsên kurd ên ku dibêjin, “Birêz Ocalan” dikin, destûra tiştekî wiha nadin, Şivan Perwer jî wê hêviyê nade ku dê karibe tiştekî wiha bike.
Têkoşîna gelê kurd gihiştiye xala werçerxanê. Heke kurd şaşiyên pir mezin nekin, dê teqez bi ser bikevin. Dek û dolabên dewleta Alî Osman êdî pereyan nakin. Ligel hemû kêmasî û şaşiyan jî Tevgera Azadiyê pergala xwe ya demokratîk ava dike, îro dibe ku hinek qelsî û lawaziyê wê hebin, lê ew qelsî û lawazî her ku diçe kêmtir dibin, hişmendiya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî zêdetir cihê xwe digire. Ev têkoşîn dê bi ser bikeve lê gelek kes dê ji şerman nikaribin serê xwe rakin û lê binêrin.
sberbeyan@yahoo.com
Ji Azadiya Welat hatiye girtin (13.02.2010)
***
Nivîsên bi mijarê re eleqedar:
- Helîm Yûsiv: Hewildanên normalkirina cerdevaniya sipî (1/2)
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Hunermendek û derdorên ne bes e, lê dîsa jî erê
- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?
- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.
- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Şivan Perwer î dewşirme
- Îkram Balekanî: Reklama Şivan Perwer