Diyarname
Tîma îngiliz Chelsea tîma din a îngilîz Liverpool bi 3-2 têk bir û ji bo fînalê bilêtê Moskovayê kir bêrîka xwe.
Maça li mala Liverpool 1-1 bi dawî bûbû û maça diduyan êvarê li dar ket. Di maçê de
Di maça nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan de, di deqîqeya 33'yan de Drogba gotelek avêt û Chelsea 1-0 li pêş ket. Liverpol di deqîqeya 64'an de bi Torres bersev dar û skor bû 1-1. Maç bi vê skorê bi dawî bû. Ji ber ku maça yekem jî bi vî awayî bi dawî bûbû nîv saet deqîqeyên dirêj ên maçê dest pê kirin.
Di vê demê de deqîqeya 98'an de Lampard got avêt û Chelsea 2-1 ket pêş û di deqîqeya 105'an de jî Chelsea ferq derxist diduyan: 3-1. Gola lîstikvanê Liverpool Babel jî têre nekir û maç bi 3-2 bi serketina Chelsea bi dawî bû. Bi vê skorê Chelsea bû tîmê duyem ê fînalê.
Di maça din de Manchester United bi ser ketibû û derketibû fînalê. Fînala Lîga Şampiyonan dê roja 21'ê gulanê di nav bera Manchester United û Chelsea de li Moskovayê bê lîstin. Kî bi ser bikeve dê bibe Şampiyonê Şampiyonan.