Derwêş M. Ferho
Bi dilekî xemgîn min bihîst ku di roja 21’ê adarê de Çerkezê Reş, bîrewerê mezin, li Êrîvanê çû ye ser dilovaniya xwe. Di destpêkê de min bawer nekir. Heta ku ez bi Grişayê Memê re axaftim û berî ku ez bipirsim wî ew xebera nexweş ji min re got. Min jê tika kir ku berdêliya min bike û here serxweşî bide malbata wî.
Di payiza 2004’an de ez, senatorê şerefê yê Belçîkî Hugo Van Rompaey, Alîkarê Parlementoya Bruksel Jan Béghin û du rojnameger Nick Hannes û Paul Vanden Baviére, bi seredanekê çûbûne Gurcistan û Ermenistanê. Adeda min ev e ku li her ciyê ez herimê saziyên kurdî seredan bikim. Li Êrîvanê Riya Teze, Radyoya Kurdî (Êrîvanê) û Mala Kurda hene. Em çûne cem hemûyan. Li Mala Kurdan, me çay vedixwar û sohbet dikir. Piştî demekê camêrek ji odeya kêlekê kete odeya em tê de û rojbaşî kir: “Hûn bi xêr hatine. Ez Çerkezê Reş!” Cara yekem bû ku min ew didît. Lê min gelek bihîstibû û hin ji berhemên wî, nivîsarên wî xwendibû. Bi dilekî şa min ji hevalên xwe re ew da nasandin. Jê re jî min got ku “vê rasthatina tesadûfî gelekî ez kêfxweş kirim.” Em dûr û dirêj li ser amanca seredana me ya Êrîvanê axaftin. Ew armanc jî ew bû ku em projeya berhevkirina arşîv û dokumentasyonên li ser kurdên Kafkasê li hev bidin hev. Gelekî kêfxweş bû. “Eger tiştek bikeve ser milê min bi dilxweşî dikim”. Pişt re wî çendek ji berhemên xwe diyarî me kir û bi hêviyên careke din hev bibînin me xatir ji hev xwest. Felek kor be! Ew hevdîtina duyemîn nebû nesîb.
Çend carên din ez çûme Tbilîsê û Êrîvanê, lê ji sedemên cihê me hew hev dît.
Di vê navberê de Enstituya Kurdî ya Brukselê, ji bo ciyekî ku arşîf û dokumentasyon (pirtûk jî tê de) bêne berhev kirin xebata xwe domand. Di nava destpêka vê xebatê de, Prof. Dr. Maksîmê Xemo, Grişayê Memê, Keremê Seyad, Aslanbeg, Keremê Ankosî, Îsko Dasinî û xanima Serokê Gurcistanê Sandra Roelof jî hebûn. Çend caran ji bo vê mijarê me bi hev re civîn çêkir. Li ser wî esasê axaftinên me, Enstituya Kurdî ya Brukselê ciyekî arşîf tê de were berhevkirin li navenda Tbilisê stand û hê jî dimîne. Eger derfet ketin destê me, ew derfet jî xuya ne, ew proje bi cî dibe.
Mirina Çerkezê Reş, ji nişke ve û zû bû. Hê xort bû, gelek tiştên wî hebûn ku pêşkêşî gelê xwe bike. Di warê nivîsê de gelek planên xwe ji me re behs dikir. Lê her wiha bi hêviya rojekê bû ku di nava gelê xwe de li ser gelek mijaran biaxive. Lê mîna her ronakbîrê kurd derd û kul û derfet nebûn. Ev jî dibine sedema pêlnehatina gelek tiştan.
Ronakbîrên kurd sêwî ne. Heta niha ne gel û ne jî rayedarên me bi awayekî durust destê alkîrariyê daye ronakbîrên xwe. Ev jî ciyê xemê ye.
Bila serê malbata Çerkez Reş û gelê kurd sax be !