Wan
Nûnerê Azadiya Welat ê Wanê Nadîr Erdem û xebatkar Mustafa Toprak hatin tewqîfkirin.
Ekîbên Miduriyeta Polîsan a Wanê pêr avêtibûn ser Buroya Nunertiya Rojnameya Azadiya Welat a Wanê.
Di encama serdagirtinê de Nûnerê Buroyê Nadîr Erdem û xebatkar Mustafa Toprak hatibûn binçavkirin. Piştî pirsiyariya li midûriyeta polîsan her du kes derxistin dozgeriyê. Piştî li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin, bi îdîaya, "Weşanên qedexe li cem xwe girtine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kirin. Dadgehê jî bi hinceta salnemeya NÇM'ê "Weşana qedexe ye" û li cem wan bûye biryara girtinê da. Erdem û Toprak şanin Girtîgeha Tîpa F a Wanê.
Parêzerên Erdem û Toprak, Cemal Demîr û Kemalletîn Aslan diyar kirin ku ew dê îtîrazî biryarê bikin.


