Diyarname
Lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê piştî Amed, Stenbol û Îzmîrê vê carê dê li Ewropayê derkevin ser dikê. Di tûrneyê de dê lîstikên wan "Qirix" û "Dawiya Dawî" bê ne lîstin.
Piştî ku kayyûmê Şanoya Şaredariya Bajarê Amedê belav kir, şanoyên kurd rabûn "Şanoya Bajêr a Amedê" ava kirin û dest bi xebatên xwe kirin. Di vê çarçoveyê de hin lîstik derxistin ser dikê ku ji van yek jê jî "Dawiya Dawî" û ya din jî "Qirix" bû. Wan ev lîstikên xwe pêşî li Amedê, dûre li Stenbol û herî dawî jî li Îzmîrê derxistin ser dikê û rastî eleqeyek baş hatin. Niha jî ew bi van her du lîstikên xwe diçin Ewropayê.
Bernameya li Ewropayê li 9 cihan di navbera rojên 1-19'ê rezberê de li dar dikeve.
Bernameya li Ewropayê bi vî rengî ye:
- Berlîn: 1 Rezber, Saet: 20.00, Tiyatrom Eski Jakobstrase
- Hamburg: 2 Rezber, Saet: 20:00, Mut! Theater. Amandastr.
- Berlîn: 3 Rezber, Saet 20.00, Tiyatrom Eski Jakobstrase
- Dortmund: 6 Rezber, Saet 19:30. DEPOT Immermannstr.
- Essen: 7 Rezber, Saet 19:30, Katakomben-Theater Im Gırardet Haus Girardetstrase
- Koln: 8 Rezber, Saet: 19:30, Alte Feurwache Melchiorstrase
- Parîs: 10 Rezber, Saet:20:00, 174.Avenue Henri Barbusse 93700 Drancy
- Marsîlya: 12 Rezber, Saet:19:30, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Marsîlya, 31 33 Boulevard Burel 13014
- Amsterdam: 16 Rezber, Saet: 21:00, Podium Mozalek. Bos en Lommerweg 191. 1055 DT
- Liege: 18 Rezber, Saet 17:00, Liege Derneği.Rue de Potro 193.4020