Diyarname
Li gorî raporteke medyayê, hikumeta federal dest bi vegerandina çend sed kesan bo Tirkiyeyê kiriye.
Plana vegerandina 200 kesan
Rojnameya "Frankfurter Allgemeine Zeitung - FAZ" roja înê ragihand, di destpêkê de dê bi giştî 200 kes bi çend balefiran ji bo Tirkiyeyê werin dersînorkirin
Her hefte dersînorkirina 500 kesan
Li gorî çavkaniyên hikûmetê, di raporê de hatiye gotin ku Enqereyê pêşniyar kiriye ku hefteyê heta 500 hemwelatiyên xwe vegire. Amadekariyên pêwîst jî dest pê kirine.
Gotûbêjên dirêj di navbera Berlin û Enqereyê de
FAZ'ê ragihand ku berî vê biryarê, di navbera hikûmetên Berlîn û Enqereyê de gotûbêjên çend mehî hebûn. Hatiye gotin ku li ser vegerandinan ji serdana Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Berlînê ya meha mijdara borî ve tê gotûbêjkirin.
Berdêl bilezkirina prosedûra vîzeyê ye
Tê gotin ku Almanyayê ji ber erêkirina vegerandina penaberan a Tirkiyeyê soz daye ku prosedurên vîzeyên heyî bilez bike.
Îstatîstîkên vegerandina penaberan a îsal
Li gorî hikûmeta federal, di nîvê yekem a 2024'an de, bi giştî 441 kes ji Almanyayê ber bi Tirkiyeyê ve hatine dersînorkirin. Bi vî awayî, Tirkiye bû welatê heftemîn ê ku herî zêde kes lê hatine vegerandin.
Hejmara kesên dersînorkirin
Nêzîkî 15,000 kesên ji Tirkiyeyê heta 30'ê hezîranê li Almanyayê mecbûr bûn vî welatî biterikînin - tenê komeke mezintir a kesên mecbûr in derkevin ji Iraqiyan pêk dihat ku nêzîkî 21,600 kes bûn. Kesên ji Tirkiyeyê û Iraqê behsa wan tê kirin, bi piranî kurd in.
Li gor nûçeyeke malpera Tegesschau jî, amadehiyên ji bo vegerandina zêdetir koçberan di navbera Alamanyayê û Tirkiyeyî de didome. Tê plankirin ku vegerandin bi rêya firokeyên asayî û bi awayekî ne-navendî pêk were. Eyaletên federal di pêvajoya bidestxistina belgeyên pêwîst de beşdar in. Herçend Tirkiye hê jî vegerandina bi rêya firokeyên kirêkirî (charter) red dike, lê xuya ye ku ew amade ye di pêşerojê de van firînan qebûl bike, eger ew wekî "firînên taybet" bên binavkirin.


