Diyarname
Kompaniya Anonim a Eletkrîkê Dîcleres dixwaze projeya "Dicleres Ruzgar Enerji Santrali Projesi" (Projeya Santrala Enerjiya Bayê ya Dicleres) li navçeyên Dêrik, Şemrex û Qosera Mêrdînê çêbike. Proje temam bibe dê keleha dîrokî Keleha Ribatê û Sûlava GAP'ê jî bigire bin bandora xwe. Wezareta Tirkiyeyê rapora ÇED'ê (Rapora Bandora li ser Hawirê) çêkiribû û têde gotibû tu bandora wê li ser hawirê nîn e û proje erê kiribû. Li hemberî vê yekê Lijneya Kordînasyonê ya TMMOB'a Mêrdînê raporek amade kir û diyar kir ku proje dê bandorê li wan deran bike û xwest proje bê betalkirin.
Li gor nûçeya Ahmet Kanbal a di Ajansa Mezopotamyayê de ji bo projeyê dê 50 turbînên bayê bêne çêkirin. Di nûçeyê de tê gotin ku TMMOB'a Mêrdînê li ser Sûlava GAP'ê û Keleha Ribatê pîvandin çêkirine, di dema çêkirina turbînan de cihên bi dînamît bêne teqandin dê zerarê bide cihên dîrokî, li herêmê dê qelaştek çêbibin, dîsa axa çandiniyê jî ji aliyê neyînî ve dê bikeve bin bandora vê xebatê.
Hatiye gotin ku ji bo vê xebatê dê 48.18 kîlometre rê ji bo serwîsê bê çêkirin ku bi vê yekê jî bi kîlemetreyan dê xweza tesîr jê bigire; dîsa tozê ku derkeve holê dê bandorê li hemû zindiyên li herêmê bike û dê bibe sedema mirinan. Rapor bandora li ser sewalên wê derê jî wisa tîne ziman: "14 sewalên bi guhan hatine diyar kirin ku di nav van de 3 jê şevşevik in. Ji bilî çivîkên vê herêmê herî zêde şevşevok dê bandorê jê bigirin. Dîsa jûjî, kîvnroşk, simbole, cureyên mişkan, beraz, rovî û xişok jî dê bikevin bin bandora neyîyî ra projeyê."
Her wiha rapor radigihîne ku 50 turbîn dê pêşî li leza bayê bigire û rêya wê biguherîne û ev yek jî dê bibe sedem ku mîkro-kişwera herêmê biguhere û winda bibe; encama vê jî dê berhemên çandiniyê têk bibe.
TMMOB'a Mêrdînê xwestiye rapora ÇED'ê bê betalkirin û projeyê bidin rawestandin.


